RSF: Di 19 salan de Tirkiye 54 rêz paşde ket 2021-04-20 10:37:59   NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Sala 2021’an a RSF’ê Tirkiye di 19 salan de 54 rêz paşde ketiye.    Rêxistina Navneteweyî ya Rojnamegerên Sînor Nenas (RSF), Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Sala 2021’an aşkera kir. Endeks bi ser navê “Rojnamegerî, Derzîkirina Dezenformasyonê” hat ragihandin. Sekreterê Giştî yê RSF’ê Chrîstophe Deloîre, diyar kir ku li dijî dezenformasyona rojnamegeriyê derziya herî bibandor hilberandina nûçeyan e û gelek caran ji aliyê aktören aborî, polîtîk, teknolojîk û çandî tê astengkirin. Li gorî endeksê, di nav 180 welatan de Tirkiyey di nav 19 salan de 54 rêz paşde ketiye û daketiye rêza 153’yemîn.