Hunermend Kilpper: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye 2021-04-20 11:07:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermendê alman Thomas Kilpper ku li zanîngeha Bergen a Norwêcê profesor e, ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan got ku tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye.    Thomas Kilpper ku di qada hûnera nûjen de bi hunera a bicihkirinê (Installation) û xêzkişanê, li Almanyayê hunermendekî naskirî ye, derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de ji Ajansa Nûçeyan a Firatê  (ANF) re axivî. Kilpper ku li zanîngeha Bergen a Norwêcê profesor e û dersên hunerî dide, ev şîrove kir: "Siyaseta şer a ku Tirkiye li bakurê Sûriyeyê û herêmên kurdan dimeşîne gihîştiye asteke metirsîdar."   Têkilîdarî tecrîdkirina Abdullah Ocalan ku zêdeyî 20 sal in dewam dike jî hunermendê alman Kilpper ev tişt anîn ziman: “Ev rewş bi tena serê xwe nîşaneya berbiçav a wê yekê ye ku Tirkiye mafên mirovan bin pê dike. Tecrîd îşkenceyeke psîkolojîk e, ev yek sûcê li dijî mirovahiyê ye. Bang li rayedarên tirk dikim ku tecrîd rakin.”   Hunermend Kilpper vekişîna Tirkiyeyê ya ji Peymana Stenbolê jî rexne kir û têkidlarî mijarê ev tişt got, "Ev rewş ji bo min gaveke metirsîdar e û bi dîtina min, ev yek nîşaneyeke din a binpêkirina mafên mirovan a li Tirkiyeyê ye."