Genç: Gel Ocalan wekî muxatabê çareseriya kêşa Kurd dibîne 2021-04-20 11:08:09 AMED - Nivîskar û lêkolîner Yuksel Genç, diyar kir ku ji sedî 90'ê gelê Kurd wekî AKP li meseleyê nanere û pirsgirêka Kurd cuda digirin dest. Genç, destnîşan kir ku piraniya gel bawer dike ku şer pirsgirêkê kûr dike û Ocalan wekî muxatabê çareseriyê dibînin.  Îtîfaqa Cumhur a AKP û MHP’ê di polîtîkayên neçareseriyê yên meseleya Kurd de israr dikin. Têkildarî polîtîkayên îqtîdara AKP-MHP'ê ya li ser meseleya Kurd Navenda Lêkolînên Qada Polîtîk û Civakî anketek amade kir. Navenda lêkolînê encama anketa xwe aşkere kir. Navendên ku bajarên Wan û Amed jî di navde li 18 bajarên Kurdan anket amade kir û li ser meseleya Kurd û nêzîkatiya hikûmetê ya meseleya Kurd lêkolîn kir.    Di encama anketê de hat diyar kirin ku meseleya Kurd bi rêbazên eskerî çareser nabe. Dîsa di anketê de hat ditin ku Serokê AKP'ê Tayip Erdogan û Serokê MHP'ê Dewlet Bahçelî li pêş çareseriyê asteng in. Di daneyên anketê de derket holê ku ji xeynî HDP'ê partiyên din ên li meclîsê rê li pêş bêçareseriyê vedikin. Dîsa gelê herêmê di   çareseriya demokratîk û xweseriya demokratîk de bi israr in. Di lêkolîna anketê de derket holê ku gel di çareseriyê de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan derdixin pêş.    Koordînatora Navenda Lêkolînên Qada Polîtîk û Civakî Yuksel Genç, encamên pêvajoya çareseriyê ya sala 2013-2015'an, pêvajoya şer ya piştî pêvajoya çareseriyê, pêvajoya bombekirin û xerakirina bajaran, îşkenceya li kolanan û tayînkirina Qeyûman ji Ajansa Me ya Mezopotamya (MA) re nirxand.    Genç, anî ziman ku li ruxmê ku îqtîdarê got 'Me pirsgirêk çareser kir. Pirsgirêk qediya' jî bi vê xebatê derket holê ku gelê herêmê wekî AKP'ê nafikire û cuda li meeleyê dinere. Genç, anî ziman ku nêzîkatî û nerîna gel ji ya îqtîdarê cudatir e. Genç, destnîşan kir ku di anketê de derket holê ku gel wekî îqtîdarê li meseleya Kurd nanere û wiha got: "Di anketê de me xwest nerîna 'Gel çawa pirsgirêkê pênase dike? Çawa li çareseriyê dinere? Çareseriyek çawa dixwaze? Çareserî pêkan e an ne pêkan e? çareserî çiqas dem dixwaze?' derxin holê. Di encama anketê de hat dîtin ku gelê Kurd ji sedî 90 wekî îqtîdarê li meseleyê nanere. Ji îqtîdarê cudatir li meseleyê û çareeriyê dinere.    QADÊN NEWROZÊ HER TIŞT DANÎ HOLÊ   Genç, anî ziman ku bi milyonan kesên li qadên Newrozê yên bajarên Kurdan û bajarên din daxwazên xwe anîn ziman encama anketa wan baş teyît kirin û aşkere danîn holê û wiha got: "Encama lêkolîna me li qadên Newrozê hat teyîtkirin. Daxwazên gel li Qadên Newrozê hatin dîtin."      Genç, da zanîn ku di anketê de derket holê ku pênaseya gelê Kurd û îqtîdarê ya têkildarî meseleya Kurd ji hev cuda ne û wiha got: "Di anketê de piranî pirsgirêka Kurd wekî pirsgirêka ziman, nasname, netew û mafên neteweyî pênase kir. Piranî mafên wekhev dixwazin. Dîsa di xebatên anketê de daxwazên statu û xweseriyê jî piranî derketin holê."    'ÇARESERIYA PARTIYÊN SIYASÎ JI BO MESELEYÊ TUNE YE'    Genç, diyar kir ku yek ji encama anketê jî nîşan dide ku tu çareseriya partiyên siyasî ya ji bo pirsgirêka Kurt tune û wiha lê zêde kir: "Di anketê de hat diyar kirin ku tu hewldan û xebatên îqtîdar û partiyên muxalif ên li meclîsê yên ji bo çareseriya pirsgirêkê tune ne. Di anketê de gelek kes difikirin ku partiyên nû yên wekî DEVA û Gelecek jî hêj ji bo çareseriyê tu piştgiriya wan tune ye. Partiyên siyasî, têkildarî kêjeya Kurd li gorî pêdiviyê demî nêzîk dibin. Ev hewldanên wan nayê wateya ku ji bo çareseriyê berpirsiyariyê didin ser xwe. Partiyên nû yên wekî DEVA û Gelecek ji bo çareseriyê tiştên şênber nabêjin."     BEŞDARÊN ANKETÊ ÇARESERIYÊ DI MUZAKEREYAN DE DIBÎNIN   Genç, destnîşan kir ku beşdarên anketê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd çareseriyê di muzakere û pêvajoya çareseriyê de dibînin û wiha axivî: "Di encama anketê de piraniya beşdaran, bawer dikin ku dê pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û muzakereyan çareser bibin. Gel bawer dike ku rêbazên şer û polîtîkayên tundiyê encamê bi dest naxin. Piraniya beşdaran dixwazin ku dîsa li pêvajoya çareserî û muzakereyan vegerin. Dîsa kesên ku demokratîkbûn, reform û guhertina Destûra Bingehîn dixwazin ji hene. Tu kes bawer nakin ku pirsgirêka Kurd çareser nabe. Gelek kes ji bo pirsa 'Dê ev pirsgirêk kengî çareser bibe?' bersîva di nava ‘10-11 salan de didin. Dîsa kesên dibêjin di nava ‘2-5 salan de jî pir in. Li gorî dane û berîvan çareseriya pirsgirêka Kurd pir nêzîk e. Gelek beşdar ji bo pirsa 'Dê pêvajoya muzakereyan kengî destpê bike?' jî bersîva di nava 1-2 salan de, didin.    Piraniya beşdaran AKP û MHP'ê li pêş çareseriyê wekî  asteng dibînin. Bawer dikin ku polîtikayên ewlehiyê yên 5 salên dawî bêtir rê li pêş çareseriyê girt û kêşe bêtir kûr kir. Ji ber vê yekê divê partiyên siyasî yên muxalif rastiya xwe bibînin û berpirsiyariyê bidin ser milê xwe."    PKK'Ê WEKÎ ENCAM DIBÎNIN   Genç, da zanîn ku beşdarê anketê di meseleya Kurd de PKK'ê ne wekî sedem, wekî encama meseleyê dibînin û got: "Bawer dikin ku bi tunebûna PKK’ê mesele çareser nabe. Di anketê de derket holê ku PKK tune bibe û çekan dîne jî, dê dîsa ev pirsgirêk wekî hêzekê li Tirkiye hebe. Li gorî beşdaran PKK encama pirsgirêka Kurd e. Ne sedem e."    BEŞDAR MUXATAB OCALAN DIBÎNIN    Genç, herî dawî destnîşan kir ku di anketê de beşdar muxatabê çareseriya pirsgirêkê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dibînin û wiha bi dawî kir: "Gel di anketê de Abdullah Ocalan û PKK'e wekî faktorên girîng ên çareseriyê dibînin. Piraniya gel ji bo çareseriya pirsgirêkê muhatab Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dibînin û bawer dikin.  Dîsa yên muxatab rêxistinên sivîl, partiyên siyasî û Ocalan, partiyên li meclîsê û Ocalan, HDP û partiyên li meclîsê jî dibînin pir in.    MA / Ergîn Çaglar