Malbata Şenyaşar: Dawiya zalim nêz e 2021-04-20 11:47:29   RIHA – Malbata Şenyaşar ku lêgerîna xwe ya edaletê di roja 43’yemîn de didomîne, li ser hesabê xwe yê medya civakî gotina Hz. Elî “Heke zalim bi israr zilma xwe bidomîne, bizanibe ku dawiya wî nêz e. Heke mezlûm jî bi israr li ber xwe bide bizanibe ku serkeftin nêz e.” parve kir.    Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku lêgerîna xwe ya edaletê di roja 43’yemîn de didomînin, îro jî hatin ber Edliyeya Rihayê û wêneyên kêliya komkujiyê û dovîzên “Em li edaletê diğerin” vekirin. Her wiha li ser hesabê xwe yê medya civakî jî ev parvekirin kirin: “Zimarên dayikeke ku kezeba wê şewitiye û bi şev û roj li ber edliyeyê nesekinin Hz. Elî çi xweş aniye ziman, ‘Heke zalim bi israr zilma xwe bidomîne, bizanibe ku dawiya wî nêz e. Heke mezlûm jî bi israr li ber xwe bide bizanibe ku serkeftin nêz e’. Berxwedana me ya li dijî bêEDALETIYÊ di roja 43’yemîn de berdewame…”