Cenazeyê zaroka ku ketibû çem hat dîtin 2021-04-20 11:50:56   AGIRÎ - Cenazeyê Îpek Yildiz a 6 salî ku li navçeya Giyadînê ketibû Çemê Mûradê, hat dîtin.   Îpek Yildiz a 6 salî duh li Gundê Mollakara yê girêdayî navçeya Giyadîn a Agiriyê dema lîstîk dilîst ketibû Çemê Mûradê. Duh ji bo dîtina Yildiz xebatên lêgerînê hatibûn kirin û bi şev ev xebat hatibûn sekinandin. Ji bo ku Yildiz bê dîtin di saetên serê sibê de careke din xebatên lêgerîna xelaskirinê hatin destpêkirin. Piştî xebatên lêgerînê cenazeyê Îpekê ji cihê windabûyî 9 kîlometreyan dûrtir hat dîtin.