Ji bo Rûbarê Nerdûşê daxwaza lêkolîna meclisê kirin 2021-04-20 13:00:26 ENQERE – Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê, ji bo pêşîgirtina texrîbata ku ji ber kanên komirê li rûbarê Nerdûşê pêk hatiye daxwaza Lêkolîna Meclisê kirin.  Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Nûran Îmîr, Hasan Ozguneş û Huseyîn Kaçmaz, ji bo pêşîgirtina texrîbata ku ji ber çêkirina kanên komirê li rûbarê Nerdûşê pêk hatiye û berpirsyar derkevin holê daxwaza Lêkolîna Meclisê kirin.