Gilîkirina li xeta tundiyê jî îstîsmarê neda sekinandin 2021-04-20 15:48:36 MÊRDÎN - Li Qoserê hat zanîn ku zaroka 6 salî ya bi destdirêjiya bavê xwe Ridvan O. re rûbirû maye, li gel ku 20 roj berê ji xizmên xwe re gilî kiriye û giliyê ji xeta tundiyê re kiriye jî tu kirarî nehatiye kirin.    Li navçeya Qosera Mêrdînê Ridvan O. yê destdirêjî zaroka xwe ya 6 salî û dayika xwe ya 60 salî kiriye û tundiyê li wan kiriye. Her wiha Ridvan O. tundiyê li du zarokên xwe yên 4 salî û 7 salî jî kiriye. Ridvan O. ji ber îstîsmara zayendî û tundiya ku kiriye ji aliyê dadgehê ve hat girtin û şandin girtîgehê. Her sê zarok li wargehê hatin bicihkirin û hildan bin parastinê. Hat zanîn ku zaroka 6 salî ya bi destdirêjiya bavê xwe Ridvan O. re rûbirû maye, li gel ku 20 roj berê ji xizmên xwe re gilî kiriye û giliyê ji xeta tundiyê re kiriye jî tu kirarî nehatiye kirin.   Dayika vî kesî ya 60 salî diçe qereqolê giliyê wî dike. Li ser vê yekê lêpirsîn tê destpêkirin û girtin. Li aliyê din hat zanîn ku hevjîna Ridvan O. beriya niha bi 4 salan ji ber tundiya lê hatiye kirin neçar maye ku ji malê bireve.