Rojnamevan Aydin hat beraetkirin 2021-04-20 16:12:26   STENBOL - Midûra Karên Nivîsan a Rojnameya Yenî Yaşamê Încî Aydin ku bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” dihat darizandin hat beraetkirin.    Derbarê Midûra Karên Nivîsan a Rojnameya Yenî Yaşamê Încî Aydin de bi hêceta di nûçeya sernavê wê “Gelo êrişa nû li ber derî ye?” a di hejmara 17’ê tîrmeha 2020’an de bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê kiriye” doz hatibû vekirin. Danişîna duyemîn a dozê li 26’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. Aydin û parêzerên xwe beşdarî danişînê bûn. Piştî parastina parêzeran şandeya dadgehê bi hêceta “ev nûçe nabe sûc” derbarê Aydin de biryara beraetê da.