Odeya Tabîban a Stenbolê: Nexweşxaneyên Taybet li pey karê ne 2021-04-20 16:23:02   STENBOL - Endama Lijneya Rêveberiya Odeya Tabîban a Stenbolê Guray Kiliç, bertek nîşanî heq girtina nexweşên Kovîd-19 a li nexweşxaneyên taybet da û anî ziman ku li gel dijî qanûna ye jî xwediyê nexweşxaneyên taybet şewbê ji xwe re vediguherînin fersendê.      Li beşên lênêrînên awarte û serwîsên bi nivîn ên nexweşxaneyên taybet, li gel ku qedexe ye jî ji bo hemû kirariyan ji nexweşên vîrûsa koronayê pere tê girtin. Odeya Tabîban a Stenbolê, têkildarî vê mijarê li avahiya xwe ya Cagaloglû ya li navçeya Fatîhê ya Senbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Sekreterê Giştî yê Odeya Tabîban Prof. Dr. Osman Kuçukosmanoglû û endamên Lijneya Rêveberiyê Dr. Osman Ozturk û Dr. Guray Kılıç beşdarî civînê bûn. Li eywana daxuyanî lê hat dayîn pankarta “Welatî ketine derdê canê xwe, patronên nexweşxaneyên taybet jî li pey karê ne! Tenduristî nikare terkî şertên hovane yên piyasayê bê kirin” hat daliqandin.   BILA BERGIRIYÊN PÊWÎST BÊN GIRTIN   Di civînê de ewil Sekreterê Giştî yê Odeya Tabîban a Tirk (TTB) Prof. Dr. Osman Kuçukosmanoglû axivî û polîtîkayên şewbê yên desthilatê rexne kir û xwest ku demîldest bergiriyên pêwîst bên girtin. Kuçukosmanoglû, diyar kir ku li nexweşxaneyên taybet ji nexweşên ku bi vîrûsa koronayê ketine pereyekî zêde tê girtin û bang kir ku Wezareta Tenduristiyê mudaxaleyî vê rewşê bike.    ŞEWB JI KONTROLÊ DERKET   Pişt re Endama Lijneya Rêveberiya TTB’ê Dr. Guray Kiliç axivî û diyar kir ku şewb ji kontorolê derketî ye û anî ziman ku ji ber zêdebûna pêketiyan welatiyên li nexweşxaneyên cemaweriyê cih nebînin berê xwe didin nexweşxaneyên taybet. Kiliç, da zanîn ku welatî di derdê canê xwe de ne lê xwediyên nexweşxaneyên taybet hesaba karê dikin û daxuyand ku li lênêrîna awarte û serwîsên binivîn ên nexweşxaneyên taybet ji bo hemû kirariyan pereyekî zêde tê girtin û têkildarî vê yekê her ku diçe gilî zêde dibin.   VEDIGERÎNIN FIRSENDÊ    Kiliç, destnîşan kir ku di encama Bernameya Veguherandina Tenduristiyê de ya bi desthilata AKP’ê  dest pê kir sektora tenduristiyê ya taybet zêdetir cih îşgal kiriye û wiha axivî: “Niha ji sedî 40,9 hejmara nivînên lênêrîna awarte û ji sedî 35,7 lênêrîna awarte ya mezinan di destê sektora taybet de ye. Di rewşeke ku ev qas xeter de mixabin patronên nexwexaneyên taybet di nav hewldana şewbê vegerînin firsendê de ne. Giliyên ku ji welatiyan rojê heta 15 hezar TL’yan pere tên sitandin tên. Em dixwazin careke din bînin bîra xwediyê Nexweşxaneyên Medîpol û Alîkarê Serok û Endamê Lijneya Rêveberiya Komeleyên Sazkirina Nexweşxaneyên Taybet û Tenduristiyê Wezîrê Tenduristiyê Dr. Fahrettîn Koca ên li gel qanûnên heyî pere ji welatiyan dixwazin, di pêvajoya pandemiyê de li gel qanûnan hûn nikarin ji welatiyan heqekî zêde bigirin. Tenduristî nikare ji şertên hovane yên piyasayê re were terkkirin.   SGK PAŞGUH DIKE   Kiliç, anî ziman ku Saziya Ewlehiya Civakê (SGK) têkildarî mijarê nexweşxaneyên taybet kontrol nake, berovajiyê wê paşguh dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê sazî kesên ku ji derveyî qanûnan ji nexweşên bi vîrûsa koronayê ketine pere digirin tespît bike û ceza bike. Em bang li welatiyên me dikin ku li dijî van pêkanînan bertekên xwe nîşan bidin û li mafê xwe bigerin. Em bang li SGK’ê dikin ku nexweşxaneyên taybet ên ji nexweşên bi vîrûsa koronayê ketine pereyekî zêde digirin kontrol bike û ceza bike. Herî dawî em bang dikin ku Wezareta Tenduristiyê nexweşxaneyên taybet ên israr dikin ku şewbê vegerînin firsendê bike nexweşxaneyên cemaweriyê.”