ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2021'AN 2021-04-21 09:00:17   * Endama Heyeta Muzakereyan a PYNK'ê, Sema Bektaş, têkildarî hevdîtinên di navbera PYNK'ê û ENKS'ê de anî ziman ew ji bo muzakereyan amade ne. Bektaş, da zanîn ku li aliyekî hevdîtin tên kirin û li aliyê din Tirkiye bi hemû hêza xwe hewl dide rê li pêş rêveberiya xweser û statuya Kurdan bigire.    * Rojnamegvaniya kurdî çendî ku bi zext û zorî, bi kuştin û windakirin, bi bombekirin û girtin, bi qedexeyan û binçavkirinan re rû bi rû mabe jî 123 sal in li ber xwe dide û he rdiçe xurttir dibe. Rojnamevanên kurd gotin: "Çapemeniya kurdî, têkoşîna berxwedanekê ye li dijî zilmê."    * Hevserokê SES'a Rihayê Salih Karataş, destnîşan kir ku berpirsiyarê zêdebûna hejmara pêketiyên Covîd-19'ê ne gel e, hikûmet e û got: "Berpirsiyarî ne ya 84 milyonan, ya hikûmetê ye ku bi fikarên siyasî tevdigere."    * Endezyarê Hawirdorê Cîhan Ersoy, destnîşan kir ku beriya çêkirina kanên keviran tu xebateke zanistî nayê kirin û kanên nêzî jîngehan tên çêkirin, dibin sedema nexweşînên cidî.    * Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan bal kişand ser gireva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li girtîgehan berdewam dike û wiha got: "Daxwaza girtiyan pir mirovane ye. Eger tecrîd bi dawî bibe dê civak bêhnê bistîne."    * Ji ber nûçeya helîkopterê ku du welatî jê hatibûn avêtin, çar rojnamevan hatibûn girtin. Derket holê ku dadgehê ji bo tapeyên telefonan ên wekî delîl hatine berpêşkirin re gotiye "îmha bikin." Parêzer Mûrat Tîmûr, destnîşan kir ku dozgeriyê tevî polîsan sûc kiriye.    * Rojnameger David Vergîlî, bal kişand ser cezayê ku li Keşe Aho hatiye birîn û anî ziman ku cezayê li Aho hat birîn tirs û fikara gelê Suryanî zêre kiriye. Vergîlî da zanîn ku wan li dijî vî cezayî kampanya daye destpêkirin û xwest her kes piştgiriyê bide vê kampanyayê.    * Li taxa Cûdî ya Cizîrê kanalîzasyonên 100 malan tune ye û avêtiyên kanalîzasyonê diherikin Çemê Dîcleyê. Ligel ku welatiyan serî li qeyûm dan jî, xebat nehat dest pê kirin. Ji bo çêkirina kanalîzasyonê welatiyan dest bi kompanyeya îmzeyê kirin.   * Danişîna doza Metîn Lokumcu yê di 31'ê gulana 2011'an de li navçeya Hopayê ya Artvînê di encama mudaxileya polîsan de krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da dê li Dadgeha Trabzonê were lidarxistin. (10.00)   * Emîne û Ferît Şenyaşar wê di roja 44'emîn de bi daxwaza "edaletê" çalakiya xwe li ber Edliyeya Rihayê bidomînin.    * DÎSK, KESK, TMMOB, TTB wê li avahiya Odeya Avahîsazan a Şaxa Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixe û bernameya 1'ê Gulanê eşkere bike. (11.00)    * Rêxistina HDP'ê ya Amedê ji bo balê bikişîne ser greva birçîbûnê wê li Parka Koşûyolû daxuyanî bide çapemeniyê. (12.00)   * Şaxa OHD'ê ya Stenbolê û Mêrsînê ji bo balê bikişîne ser greva birçîbûnê wê li avahiya daxuyanî bide çapemeniyê. (12.00)    * Hin karker wê li Meydana Azadiyê ya Bakirkoyê bernameya 1'ê Gulanê eşkere bikin. (12.00)