Rojnamevaniya kurdî 123 salî ye 2021-04-21 09:00:28 AMED - Rojnamevaniya kurdî çendî ku bi zext û zorî, bi kuştin û windakirin, bi bombekirin û girtin, bi qedexeyan û binçavkirinan re rû bi rû mabe jî 123 sal in li ber xwe dide û he rdiçe xurttir dibe. Rojnamevanên kurd gotin: "Çapemeniya kurdî, têkoşîna berxwedanekê ye li dijî zilmê."  Rojnameya Kurdistanê di 22'yê Nîsana 1898'an de li Qahîreya Misirê bi pêşengiya Miqdat Mîthad Bedirxan dest bi weşana xwe kir.  Kurdistan, paşê ji bo gelek rojname û kovarên kurdî re bû îlham û piştî wê bi dehan rojname û kovar derketin û hîn jî derdikevin. Lewma roja çapbûna Kurdistanê, 22'yê Nîsanê, her sal wekî "Roja Rojnamevaniya Kurdî" tê pîrozkirin.    Rojnamevanên kurdî behsa paşeroj û pêşeroja rojnamevaniya kurdî kirin.    ‘DIVÊ EM BÎRA KURDÎ BIPARÊZIN'    Edîtorê Rojnameya Xwebûnê Zekî Erden, destnîşan kir ku rojnamevaniya kurdî 123 sal in li gel hemû zext û zoriyan li ser pêya ye û got: "Hê jî li ser pêya ye û dê pêşdetir de biçe. Xebatên me didomin. Divê em li hemû qadên medyaya sosyal hebin û xebatên xwe zêdetir bikin. Em hewl didin bi van xebatan liyaqî xebatên kurdî bin. Divê em malperên kurdî hîn bêtir vekin, em hejmara wan zêdetir bikin. Em ê karibin bi vî awayî bîra ku heya niha hatiye parastin berfireh bikin. Heger kurd bi vê rol û misyonê tevbigerin, ê hejmara kesên bi kurdî dinivîsin û dixwînin zêdetir bibe. Ji bo rûxandina polîtîkayên asîmlasiyonê, beriya her tiştî divê em dosyeyên nûçeyan ên bi kurdî xurtir bikin."    BERXWEDANA LI DIJÎ ZILMÊ    Hevserokê komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê Serdar Altan, destnîşan kir ku çapemeniya kurdî li gel hemû zext û zoriyan jî di nav dîroka çapemeniya cîhanê de xwedî paşerojeke girîng e. Altan, anî ziman ku ji roja ku çapemeniya kurdî xwe ava kiriye heya niha têdikoşe û got: "Ji roja ku têkoşîna hebûniyê dest pê kiriye heya niha, li dijî zilmê bûye berxwedan û li dijî tunebûnê bûye hebûn. Hewl dide dengê civaka xwe û ragihîne tevahiya cîhanê. Helbet sirgûnîbûna wê û tim sirgûnkirina wê, karakterek din li karaktera wê zêde kiriye."    MEWZIYEKE GIRÎNG BI DEST XISTIYE    Altan, destnîşan kir ku çapemeniya kurdî di pêvajoyine zehmet re derbas bûne û got: "Bêguman bi sazî û dezgehên xwe, çi di warê dîtbariyê çi di warê nivîsînê de di warê tiştên hatine afirandin d mewziyeke girîng bi dest xistiye. Li axa xwe li dijî zilmê, azadiya fikr û ramanê li ber xwe dide û li gel vê xwedî li çapemeniya gelên din jî derdikeve. Gava em van tiştan hemûyan bînin cem hev du û binirxînin, em dikarin bibêjin ku asta ku hatiyê ne asteke xirab e. Helbet her tim kêmasî jî hebûne. Car carinan li dû serdemê maye. Li gor hin pêşketinên di warê teknolojiyê de bi hin pirsgirêkan re rû bi rû maye. Lê belê ev tiştek jii rojnamevaniya kurdî kêm nekirine. Ji derheqê van zor û zehmtiyan derketiye û niha em dikarin behsa wê bikin ku di nav çapemeniya cîhanê de xwe îspat kiriye."    EWILÎ EW HEDEF TÊ GIRTIN    Altan, destnîşan kir ku têkoşîna man û nemanê hem ji bo gelê kurd hem jî ji bo çapemeniya kurd derbasdar e û got: "Her kes kêm zêde bi salên 90'î dizane. Pêvajone pir zehmt bûn. Bi dehan hevalên me hatin kuştin. Di salên 2000'î de astengî dewam kirin; çi di warê aborî, çi di warê îqtidarê de... Rastiyeke çapemeniya azad heye; a nayê bihîstin dide bihîstin, a nayê dîtin berbiçav dike. Helbet ev li xweşa îqtidaran naçe. Lewma ewilî berê xwe didin çapemenia kurdî. Jixwe tiştên di nêz de qewimîn, vê yekê bi awayekî zelal berbiçav dike. Hê jî gelek hevalên me girtî ne. Derbarê bi sedan rojnamevanan de lêpirsîn hene, doz hene. Bi awayî hewl didin wan qadê dûr bixin."    XEBAT   Altan bang rojnamevanên nû jî kir û got: "Gava em evana bi hev re dinirxînin, a rast em dibînin ku ji bo em bixebitin gelek hincet hene. Ewilî adeta me ya berxwedêriyê, rabûna me ya li ber zor û zilmê, mîrateya şehîdan, berpirsiyariya di warê gel de. Peywira me, em tişta herî baş berpêş bikin. Divê em kevneşopiya çapemeniya azad bidomînin. rewşa me xirab e. Lê em dikarin baştir bibin. Ji bo em baştir bibin, divê em hîn bêtir bixebitin. Nexasim jî hevalên ciwan, divê hîn bêtir bixebitin."    TÊKOŞÎN    Berdevka Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê û edîtora Jinnewsê Ayşe Guney jî vê rojê wekî "roja bîranîna rojnamevanên hatine kuştin û xwedîderketina li mîrateya wan" pênase kir û destnîşan kir ku di dîroka çepemniya kurdî de destkeftiya herî mezin qada çapemeniyê ya jina ye. Guney got: "Çapemeniya jinê di warê çapemeniya kurdî û cîhanê de, îro ro bi kovar, weşanên mehane, ajansa, TV û gerînendetiyê weşanên giştî û serwîsên jinan têkoşîna jinê xurt kir."    ‘EM HEQÎQETA JINÊ DINIVÎSIN'    Guney, destnîşan kir ku barê nivîsandina dîroka jinê ya nehatiye nivîsandin hilgirtine ser xwe û bal kişand ser rewşa rojnamevanên jin ên kurd û got: "Çapemeniya jinê tenê li ser nûçeçkirinê hûr nebû, hem pirsgirêkên civakî berbiçav dike hem jî di warê peydakirina çareserkirina pirsgirêkan de tevdigere. Li dijî feraset bavkaniyê û zimanê wê, heqîqeta jinê bi pênûsê wê tê nivîsandin. Gava kurdbûyîn, jin û rojnamevan yanî ev her sê nasname tên cem hev du, ev tê wateya ku dibin hedefa îqtidarê. Îqtidar li gor xwe pênaseya 'maqûliyê' dike jinê, rojnamevan û kurd di potayekê de dihelîne. lê hîn radibin bi perspektîfa jinê nûçeyan çêdikin û hûn van pênaseyan serobino dikin. Ez dibêm gava em di serdema navîn de bûna, em ê bihatana şewitandin. Lê niha jî em tên girtin. Gef li me tên xwarin, dest datînin ser kamera, komputer û amûrên me yên din. Em bi gefên kesên ku tahde li jinê dikin û em derbarê wan de nûçeyan çêdikin, rû bi rû dimînin. Tahdeyê li malbatên me dikin. Lê em dev jê bernadin. Ji lewra demareke me a berxwedanê heye. Heger qirêl tazî be, em dibêjin tazî ye. Ji lew re em ji serîtewandinê fêm nakin."    MA / Eylem Akdag