'Sedema zêdebûna pêketî û miriyan hikûmet e' 2021-04-21 09:00:29 RIHA - Hevserokê SES'a Rihayê Salih Karataş, destnîşan kir ku berpirsiyarê zêdebûna hejmara pêketiyên Covîd-19'ê ne gel e, hikûmet e û got: "Berpirsiyarî ne ya 84 milyonan, ya hikûmetê ye ku bi fikarên siyasî tevdigere."  Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyên şewba Covîd-19'ê û hejmara kesên ji ber wê dimirin her diçe zêdetir dibe. Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Civakê (SES) a Şaxa Rihayê Salih Karataş, diyar kir ku îqtidar guh nade bangawaziyên rêxistinên tenduristiyê ku muxabatên mijarê ne, bes Desteya Zanistê esas digire. Karataş got: "Em baş dizanin Desteya Zanistê di xebata vî warî de bi awayekî serbixwe tevnagere û girêdayî erka siyasî hereket dike."    Karataş, destnîşan kir ku hejmara pêketiyan bi ser 60 hezarî ketiye û got: "Berpirsiyarê vê, hikûmeta AKP'ê ye ku guh nade pêşniyarên rêxistinên tenduristiyê."    FIKARÊN DI WARÊ ABORÎ DE    Karataş, destnîşan kir ku tevdîrên piştî 1'ê Adarê hatin girtin kêm in û got: "Diviyabû çûnhatina di navbera bajarên sor û bajarên zer de bihatana sekinandin. Me gelek caran got, heger neyê sekinandin, dê Tirkiye bi tevahî sor bibe. Mixabin, fikarên aborî bêtir esas tên girtin û wekî tevdîr tên girtin nîşan didin. Ev jî bû sedem ku hejmara miriyan û pêketiyan zêde bibe."    Karataş bibîr xist ku serokkomar beriya meha Remezanê bi mehekê daxuyandibû ku dê tevdîr bên şidandin û got: "Me dît ku ev yek wekî tevdîreke ku bi temamî li gor feraseta 'îslama siyasî' tê girtin. Jixwe tişta hikûmet dike jî ev e. A rast nikare rastiyê birêxistin bike. Tenê bîrbiriyê birêxistin dike. Erka siyasî xwe tenê wekî 'parazvanê 'îslama siyasî' dibîne û ji bo tevdîran li benda meha Remezanê ma. Em baş dizanin tevdîrên di meha Remezanê de hatine girtin dê nikaribin pêşî li ber Covîd-19'ê bigirin. Bi rastî jî dilê wan tevdîrgirtinê hebe, ewilî divê pêşî li ber mirina tenduristkaran bigirin. Hem hûn ê li gor fikarên aborî tevbigerin hem hûn ê li gor fikarên xwe yê siyasî tevbgerin hem jî hûn ê rabin vê yekê têxin stuyê gel û hûn ê bibêjin 'berpirsiyarî ya 84 milyon a ye.'  Berpirsiyarî ne ya 84 milyonan, ya hikûmetê ye ku bi fikarên siyasî tevdigere."    BERPIRSIYARIYA WEZÎRÊ TENDURISTIYÊ    Karataş, destnîşan kir ku hejmara tenduristkarên ji ber Covîd-19'ê mirine, di ser 500'î re ye û got: "Berpirsiyarek vê heye, ew jî Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ye ku sûc dixe stuyê 84 milyon kesî."    MA / Lezgîn Tekay