Tapeyên ku derbarê wan de biryara 'îmhakirinê' hatibû dayîn, wekî delîl hatine hesibandin 2021-04-21 09:00:48 WAN - Ji ber nûçeya helîkopterê ku du welatî jê hatibûn avêtin, çar rojnamevan hatibûn girtin. Derket holê ku dadgehê ji bo tapeyên telefonan ên wekî delîl hatine berpêşkirin re gotiye "îmha bikin." Parêzer Mûrat Tîmûr, destnîşan kir ku dozgeriyê tevî polîsan sûc kiriye.  Li Wanê 2 welatî ji helîkopterê hatibûn avêtin. Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala, ji ber nûçeyên derbarê vê bûyerê de di 9'ê Cotmeha 2020'î de hatobûn girtin. Derbarê rojnamevanan de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" îdianame hatibû amadekirin û her çar rojnamevan di danişîna ewil di 2'yê Nîsanê de hatibûn berdan.   Derket holê ku dadgehê ewilî ji bo tapeyên telefonên ên wekî delîl daxilî nav dosyeya rojnamevanan hatine kirin biryara "îmhakirinê" daye. Di lêpirsîna li dadgeriyê de ev tape ji rojnamevanan hatibûn pirsîn û wekî "delîl" di îdianameyê de hatibûn bicihkirin. Hat hînbûn ku dadgeriyê di 24'ê Nîsana 2020'î de ji bo an tapeyan biryara "îmhakirinê" daye.     Têkildarî mijarê em bi parêzerê rojnamevanan Mûrat Tîmûr re axivîn. Tîmûr, destnîşan kir ku dozgerê îdianameyê bi delîlên dijî hiqûqê îdianame amade kiriye. Parêzer Tîmûr, anî ziman ku di dosyeyê de tek ji delîlên sereke jî tapeyên telefonan bûne û got: "Şaxa Têkoşîna Li Dijî Terorê, di 20'ê Sibata 2020'an de doza tespîtkirina qeydan li dozgeriyê dike. Daxwaza tê qebûlkirin. 2 mehan telefonên 10 rojnamevanan tên guhdarîkirin. Piştî ku ev guhdarîkirin diqedin, midûriyeta polîsan tu sûekî tespît nake. Lewma biryar tê girtin ev qeyd bên îmhakirin. Lê ev tapeyên hatibû gotin hatine îmhakirin, piştî 8 mehan dozger cardin wan wekî delîl dide ber rojnamevanan."    'SÛCÊ DOZGER'    Tîmûr, destnîşan kir ku di dosyeyê de nîqaşkirina van tapeyên ku berê hatibû gotin divê bên îmhakirin, tê wateya binpêkirina azadiya nûçegihaniyê û jiyana taybet a kes. Tîmûr, diyar kir ku a hatiye kirin sûc e, ji lew re dozger "peywira xwe xirab kiriye" û got: "Gava dozgerê komarê çawa di dosyeyê de tiştekî wiha tespît bikira, diviyabû derbarê kesên peywira xw exirab kirine de lêpirsîn bide destpêkirin. Lê belê dozger bi xwe di îdianameya xwe de ev yek wekî delîl nîşan daye û ji ber ku bi polîsan re nîqaş kiriye, tevî polîsan sûc kiriye. Dadgeh divê giliyê van kesan bike."    GILÎ   Tîmûr, destnîşan kir ku Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) berê ji bo vê birar dabû ku divê hevdîtinên telefonê yên ne sûc wekî delîl neyên nîşandan û got: "Gava bên bikaranîn, sûc e. Ji ber delîleke dijî hiqûqê ye, divê dadgeh bi xwe giliyê van kesan bike. Lewma em ê jî gilî bikin."    MA / Gokhan Altay