Parêzera Ocalan: Hemû mafên Ocalan di 4 deqîqeyan de bi sînor dikin 2021-04-21 11:09:01 STENBOL - Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Razîye Ozturk, têkildarî qutkirina telefona bi Ocalan re diyar kir ku hemû mafên Ocalan ên çandî, civakî û hiqûqî di nava axaftinek 4 deqîqeyên telefonê de bi sînor dikin.    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 22 salin li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di hucreyê de tê girtin. Ji ber Ocalan ku 22 salin di tercîda giran de tê girtin, Girtiyên PKK û PAJK'ê di 27'ê Mijdara 2020'an de li girtîgehan li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bi dorveger kirin. Ocalan, nikare bi malbat û parêzerên xwe re rû bi rû bi axive û hemû mafê wî yê ragihandinê ji destê wî tê girtin. Piştî îdeayên li ser medya civakî yên der barê jiyana Ocalan de hatin belavkirin bertek û nerazîbûnên civakê zêde bûn. Gelê Kurd li Qadên Newrozê bi yek dengî bertekên xwe yên li dijî tecrîdê anîn ziman. Bi zêdebûna bertekên civakê re Mehmet Ocalan di 25'ê Adarê de li Edliyeya Rihayê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bi telefonê axivî. Lê tenê destûr dan ku 4.5 deqîqeyan Abdullah Ocalan bi telefonê bi Mehmet Ocalan re bi axive.    Ocalan di telefonê de gotibû: "Dewlet şaşiyan dike û hûn jî şaşiyan dikin. Ev ne li gorî hiqûqê ye. Ez dixwazim bi parêzerên xwe re hevdîtin bikim". Piştî vê gotinê telefon ji ser Ocalan hatibû qutkirin. Ocalan di hevdîtinê de parêzer hişyar kiribûn û xwestibû parêzer biçin îmralmiyê. Li ser vê yekê Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn û xwestibûn bi lez biçin Îmraliyê. Têkildarî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û qutkirina telefona bi Ocalan re ji Buroya Hiqûqê ya Asrînê Raziye Ozturk nirxandin kir.    Ozturk, anî ziman ku piştî salek şûnde bi rêya telefonê agahî ji muwekilê xwe girt û wiha got: "Îdeayên li ser medya civakî der barê jiyana muwekilê me Birêz Ocalan de hatin parvekirin raste rast bi tecrîda 22 salin bê navber didome ve raste rast girêdayî ne. Tê zanîn ku yekem car di 27'ê Nîsana Nîsana 2020'an de Birêz Ocalan bi telefonê bi malbatê re axivî bû. Piştî vê telefonê me bi tu awayî ji Birêz Ocalan agahî nedigirt. Li ruxmê hemû serlêdanên hiqûqî jî tu bersîv nedihatin dayîn û destûr nedidan hevditinê. Dema mijar dibe tenduristiya Birêz Ocalan û şertên tecrîdê ew qas giran bin, wê demê di nava raya giştî ya demokratîk de mirov nikare tiştekî hêsan pênase bike. Di 22 salan te tenê 2 caran mafê axaftina telefonê da. Mafê duyemîn ê telefonê ji ber bertekên zêde yên civakê dan Ocalan."    'DAXWAZA ME HEVDÎTINA RÛ BI RÛ BÛ'    Prz. Raziye Ozturk, anî ziman ku berî her tiştî dema serî li serdozgeriyê didin dixwazin rû bi rû bi muwekilê xwe re hevdîtin bikin û wiha axivî: "Em dixwazin ji ber şewba vîrûsê tedbîr bêne girtin û em rû bi rû bi Birêz Ocalan re hevdîtin bikin. Dîsa em dixwazin li gel mafê telefonê mafên wî yên din ên ragihandinê jî bêne dayîn û parastin. Ji bo mafê li girtîgehên din tên naskirin li Îmraliyê jî bê naskirin em ketin nava hewldanan. Lê ev daxwazên me li dijî hiqûq û zagonan hatin redkirin."    Raziye Ozturk, da zanîn ku ji ber bertekên civakê yên zêde, di 25'ê Adarê de ji malbata muwekilên wan xwestin ku biçin li Dozgeriyên bajarên xwe bi telefonê bi axivin û wiha berdewam kir: "Bi vî şiklî bi Birêz Ocalan û Birêz Hamîlî Yildirim re hevditinek kurt pêk hat. Di 27'ê Nîsana 2020'an de jî axaftina telefonê di van şert û mercan de pêk hatibû. Li girtîgehên din, girtî raste rast bi telefonê bi malbatên xwe re hevdîtin dikin. Lê ev hevdîtinên di şertê awarte de tenê li Îmraliyê pêk tê. Ev hevdîtinên telefonê yên Îmraliyê nîşan dide ku Îmralî bi hiqûqek taybet tê rêvebirin. Ne li Tirkiye û ne jî li tu derên cîhanê mînakek bi vî rengî tune ye. Tu spartina hiquqî û zagonî ya van pêkanînan tune ye. Em nikarin van şertên li dijî hiqûq û mafên mirovan qebûl bikin."    HEM MAFÊ HEVDÎTINÊ Û HEM JÎ MAFÊ PARASTINA MEKANÎZMAYÊN NAVNETEWEÎ ASTENG DIKIN   Ozturk, da zanîn ku hem mafê wan ê hevdîtina bi Ocalan re tê astengkirin û hem jî mafê wan ê parastina mekanîzmaya hiqûqa navneteweyî tê astengkirin û wiha lê zêde kir: "Mînak heta beriya 6 mehan me der barê naveroka dosyayê de agahî negirtaya jî me li ser dadgehên herêmî agahiyên dosyayê dixwestin. Dema ku agahî nedidan jî me serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dida. Lê di rewşa niha de dema muwekilê me cezayê dîsîplînê distîne jî serlêdanên me têne redkirin. Dema serlêdanên me tên redkirin qala cezayê dîsîplînê nakin. Piştî cezayê dîsîplinê teqez dibin û pêvajoya serlêdana ferî bi dawî dibe û şûnde em agahdar dibin ku cezayê dîsîplînê dane muwekilê me. Piştî ku em fêr dibin cezayê dîsîplênê daye muwekilê me û em dixwazin mudaxilê dosyayê bibin jî vê carê bi "Hinceta ewlehiyê ya razber" agahiyê nadin me. Ev hem li dijî mevzûatên Tirkiye û hem jî li dijî hiqûq û mevzûata navneteweyî ye."    'HEMÛ MAFÊ OCALAN BI DENGEKÎ BI SÎNOR DIKIN'    Raziye Ozturk, da zanîn ku hemû mafê Ocalan ên hiqûqî, civakî, çandî û tenduristiyê tenê bi dengekî bi bînor dkin û wiha pêde çû: "Hemû mafê Birêz Ocalan ê jiyanî, çandî, civakî, hiqûqî û tenduristiyê tenê bi dengekî telefonê bi sînor dikin. Destûr nadin ku Ocalan dengê xwe bigîne derve. Axaftina Ocalan a telefonê tenê 4-5 deqîqeyan berdewam dike. Dema Ocalan daxwaz û rexneyên xwe tîne ziman telefon tê qutkirin. Hemû mafê muwekilê me ji destê wî digirin û dixwazin wî tenê bi telefonekê razî bikin. Ev nîşana pergala kapîtalîst a ‘Mirinê nîşan dide û bi şewbê razî dike. Hemû mafê wî bi dengekî bi sînor dikn. Ne pêkan e em vê rewşê qebûl bikin."    'MAFÊ OCALAN Ê HEVDÎTINA 15 ROJAN Û MEHEKÊ YA BI MALBATÊ RE ASTENG DIKIN'    Prz. Raziye Ozturk, bibîr xist ku Ocalan hikûmxwarê cezayê muebetê ye û girêdayî xala 25'an a Zagona Înfazê ye û wiha got: "Li gorî vê zagonê divê muwekilê me Birêz Ocalan ji 15 rojan carekê bi malbatê re hevdîtinên girtî û mehê carekê hevdîtina vekirî bi malbatê re bike. Dîsa mafê wî ê telefonê divê ji 15 rojan carekê 10 tdeqîqayan bi malbatê re bi axivin. Lê ji ber şewba vîrûsê divê hefteyê 2 caran û her carê 10 deqîqeyan bi malbatê re bi axive. Dîsa divê mafê hewşê, mafê spor û din biparêze. EV yek di zagonên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) de hatiye diyarkirin. Dîsa heyeta CPT her ku diçe Îmraliyê ziyaret dike, diyar dike ku teqez divê şertên Ocalan bêne guhertin. Lê li gel van mafan, Ocalan nikare ji mafê xwe yê ragihandina nivîskî jî sûdê bigire. Li vir armanc dikin ku fikr, raman, nerîn, deng û dîmenên Ocalan dernekevin derve. Dixwazin her tiştên Ocalan asteng bikin. Qutkirina telefonê ya piştî 4-5 teqîqeyan jî encama vê polîtîkayê ye. Ji xwe Birêz Ocalan bi fikr û nerinên xwe ne tenê ji bo Tirkiye, ji bo gelê Rojhilata Navîn û Cîhanê aştiyê pêş dixe. Kesên li dijî van fikrên Ocalan li ber xwe didin, bi taybetî şer û kaosê kûr dikin. Ji ber vê yekê naxwazin Ocalan dengê xwe bigîne derve û dengê Birêz Ocalan asteng dikin."    'DIXWAZIN BERTEKÊN CIVAKÊ BIPÎVIN'    Ozturk, da zanîn ku bi îdeayên li ser medya civakî yên der barê Ocalan de xwestin refleks û bertekên civakê bipîvin û wiha dirêj kir: "Girtiyên siyasî ji bo tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe dest bi girevê kirine. Di demek wisa de ev îdeayên der barê tenduristiya Ocalan de belav kirin. Xwestin refleksa civake bipîvin. Piştî bertekên raya giştî ya demokratîk pir zêde bû, destûr dan ku Birêz Ocalan û Hamili Yildirim bi telefonê bi axivin. Birêz Konar û Aktaş ji bo rewşê şermezar bikin derneketin hevditina teleuonê. Birêz Ocalan di axaftina kurt de dewlet rexne kir û got 'Dewlet şaşiyan dike. Hûn jî şaşiyan dikin. Ez dixwazim bi parêzerên xwe re hevdîtin bikin. Ev tişt li dijî hiqûq<ê ye.' Bi vê gotinê bal kişand ser bê hiqûqiyê. Birêz Ocalan 22 salin di tecrida giran de ye. Her ku diçe tecrîd girantir dibe. Lê vê telefonê wekî lutfekê nişan didin. Ev yek nayê qebûlkirin. Tu mafên wî yên zagonî nayên naskirin. Lê tenê bi telefonekê wekî ku hemû mafên wî hatibin naskirin nîşan didin. Ev nayê wateya ku tecrîd bi dawî bûye.    'OCALAN BÊ HIQÛQÎ NÎŞAN DA'   Ozturk, bal kişand ser gotinên Ocalan û wiha got: "Birêz Ocalan di axaftina xwe de got 'Dewlet jî şaşiyê dike û hûn jî. Ev ne hiqûqî ye û ne jî rast e.' Bi vê gotinê bêhiqûqiya heyî nîşan da. Ev nêzîkatiya li dijî Birêz Ocalan berhemê feraseta siyasî ye. Em li dijî hemû agahiyên der barê Ocalan de pir cîddî nêzîk dibin. Têkildarî agahiyên der barê Birêz Ocalan de me serî li Serrdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, Wezareta Dadê û CPT da. Me xwest raste rast bi rayedaran re hevdîtin bikin. Piştî bertekê zêtde yên raya giştî Dozger daxuyaniya nivîskî da û mafê telefenê da. Birêz Ocalan xwest parêzer raste rast biçin Îmraliyê. Em li gorî vê yekê serî li dozgeriê didin û daxwaza hevdîtinê dikin. Piştî axaftina telefonê hefteyê 2 caran bi rêk û pêk ji bo çûna Îmraliyê em serlêdan dikin. Piştî îdeayên li ser medya civakî heta niha me 26 caran serî li sertozgeriyê da. Lê dozger bersîvê nade daxwazên me. Hekîmê Înfazê jî van daxwazên me red dike. Me ev yek îtiraz kir û me serî li Dadgeha Cezayê Giran da.    Bersivê nadin serlêdanên me. Der barê biryarên qedexeyan de agahiya me tune. Dema em li biryara qedexeya 23'ê Îlonê dinerin, beriya biryarên qedexeya nivîskî yên 'Muxalefeta hewayê heye', ‘koster xerabe ye' hebûn. Dema em li astengiyan dinerin, tu astengî ne li gorî hiqûq û zagonan e. Em ê her roj ji bo parêzer biçin Îmraliyê serî li serdozgeriyê bidin. Heta niha me ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê da, lê heta niha bersîv nedane me. Em fêr bûn ku têkildarî ziyareta malbatê ji ber cezayê dîsîplînê destûr nadin hevditina malbatê. Me ev yek di 30'ê Adarê de dema me serî li Dadgerê Înfazê da em fêr bûn.    MA / Ferhat Çelîk