Mişextvaniya mirovan a Şaredariya Kanîreşê Şaredariya Hawilê temam kir 2021-04-21 12:02:30 NAVENDA NÛÇEYAN – Derket holê ji ber serlêdana bi komî ya komeke ku ji 30 kesan pêk tê ya Şaredariya Kanîreşê xwestiye bişîne Almanyayê hatiye ferqkirin, kom bi heman rêbazî di ser Şaredariya Hawilê de hatiye şandin.  Beriya hefteyekê derket holê ku li Meletiyê Şaredariya Yeşîlyûrtê ya AKP’ê, di meha îlonê ya 2020’an de di ser Şîrketa Mega Kilit GMBH’ê de di bin navê “Projeya Gihandina Kesên ji Hawirdorê re Hestyar” de 53 kesan revandiye Ewropayê. Hat hînbûn ku revandina mirovan a Ewropayê ji aliyê şaredariyên AKP’ê ve tê ôrganîzekirin.   Hat diyarkirin ku revandina mirovan tenê bi şaredariyên AKP’ê yên Miyaran û Baskîlê yên Xarpêtê, Korgan a Ordûyê, Erbaa ya Tokatê, Yildirim a Bûrsayê, Gomeç a Balikesîrê, Sergolan a Semsûrê, Yeşîlova ya Bûrdûrê, Yerkoy a Yozgatê û Pirsûs a Rihayê ne bi sînor e. Hat tespîtkirin ku Şaredariya Kanîreşê ya Çewlikê jî ji bo revandina 30 kesan bi heman rêbazî serlêdan kiriye lê ji ber ku serlêdana komî hatiye ferqkirin, beşeke komê bi ser Şaredariya Hawilê ya Sêrtê re hatiye revandin.    PERGALEKE ORGANÎZE HATIYE AVAKIRIN   Di navenda “Mişextvaniya mirovan” de şaredariyên AKP’i hene. Van şaredariyan mirovên ku dixwazin derkevin derveyî welat destpêkê dikin endamên hin komeleyên diyarkirî. Piştre jî van mirovan pere  didin şaredar ango rêveberên şaredariyan û xwediyên şîrketên ku ji Ewropayê wan vedixwînin. Herî kêm 6 hezar Eûro ji bo şaredar û xwediyên şîrketan tê razandin.    Wezareta Karên Hundir, derbarê 6 şaredariyên AKP’ê ku vî karî dikin de lêpirsîn da destpêkirin.    BASKÊ KANÎREŞÊ LI PANDEMIYÊ ELIQÎ   Derket holê ku Şaredariya Kanîreşê ya Çewlikê jî biryar da ku 5 jê endamên meclisa şaredariyê 30 kesî bi heman rêbazî bişîne Ewropayê. Lê ji ber ku ji bo şandinê bi komî serlêdan hat kirin û li pandemiyê eliqî, Şaredariya Hawilê ya Sêrtê ku qeyûm tayînî wê hatibû kirin ket dewrê. 30 kesên ku hewl hatiye dayîn bi hevkariya Komeleya Piştevanî, Çand û Perwerdeyê ya Baskîliyan a Nû û Şaredariya Kanîreşê bên revandin ji Çewlikê ne û ji ciwanên ku di salên 2000’î de ji dayik bûne.    MESREF LI SER KOMELEYÊ QEYD KIRIN    Piştî Komeleya Piştevanî, Çand û Perwerdeyê ya Baskîliyan a Nû û Şaredariya Kanîreşê, li ser “mişextiya mirovan” lihevkirin, li derveyî welat şîrketekî eyar dikin. Li gorî protokola ku hatiye çêkirin mesrefên rê-xwarin û cihê lê mayînê li ser komeleyê hatine qeydkirin. Şîrketa Nordbau-Oldenburg GmbH Co Tannenkrugstrabeyê ya li bajarê Oldenbergê yê Almanyayê di 28’ê kanûna 2020’an de 30 kesî vedixwîne. Lîsteya ku tê amadekirin di 6’ê çileyê de ji aliyê Meclisa Şaredariya Kanîreşê ve tê qebûlkirin.   DESTÛRA WALÎ   Ji bo destûran Şaredariya Kanîreşê serî li Walîtiya Çewlikê dide û piştî destûrgirtina 5 endamên meclisa xwe şaredarî ji bo girtina pasaporta gewr serî li Miduriyeta Gelheyê dide. Lê ji ber ku serlêdana bi komî tê kirin miduriyet daxwaz dike ku serlêdan takekesî bê kirin. Ji ber ku pêvajo dirêj dibe biraziyê Endamê Meclisa Şaredariyê yê AKP’î Atîk Oral, F. Oral, di ser projeyek bi heman rengî re bi navbeynkariya Şaredariya Hawilê ya Sêrtê diçe Îtalyayê. Hat hînbûn ku F. Oral ji Îtalyayê venegeriyaye.    ŞAREDARIYÊ HAWILÊ DI DEWRÊ DE YE    Ji ber ku “mişextvaniya mirovan” dibe rojev 25 kes nikarin biçin Almanyayê. Piştî demeke kurt beşek ji 25 kesên ku weke endamên Komeleya Piştevanî, Çand û Perwerdeyê ya Baskîliyan a Nû hatine nîşandan bi ser Şaredariya Hawilê derdikevin derveyî welat.    Hat diyarkirin ku di nav salekê de bi vê rêbazê 300 kesên temenê wan di navbera 20 û 30 salan de reviyane Ewropayê.    MA / Arjîn Dîlek Oncel