DÎSK, KESK, TMMOB û TTB: Em ê di 1’ê Gulanê de li qadan bin 2021-04-21 13:42:51   STENBOL - DÎSK, KESK, TMMOB û TTB’ê diyar kirin ku ew ê 1’ê Gulanê di 30’ê nîsanê de li ber kargehên xwe û li meydanan pîroz bikin û her kesî vexwendin pîrozbahiyên 1’ê Gulanê.    Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsaz a Tirk (TMMOB) û Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB), li avahiya Odeya Avahîsazan a Şaxa Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist û bernameya pîrozkirin û bîranîna 1’ê Gulanê eşkere kirin. Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû, Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk, Seroka Konseya Navenda TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci û endamê Desteya Rêveberiya TMMOB’ê Tores Dînçoz beşdarî civînê bûn.    Daxuyaniya hevpar Seroka DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû xwend.    Çerkezoglû bi bîr xist ji ber rewşa pandemiyê sala par 1’ê Gulanê bi girseyî pîroz nekirine û kedkaran daxwazên xwe yên kar û ewlehiya civakî di pandemiyê de jî anîne ziman.    BÊKARÎ ZÊDE DIBE    Çerkezoglû da zanîn ku ev pergal kedxwariyê dike û şeran li pêş dixe û krîza aborî kûr dike. Çerkezoglû banga mezinkirina têkoşînê kir. Çerkezoglû destnîşan kir ku ew ê dest ji mafên xwe yên jiyanê bernedin û her ku diçe di kar û xebatan de bêmîsogerî zêde dibe û karker û kedkar nikarin debara xwe bikin û ew dixwazin dawî li bêkariyê were.    NEWEKHEVIYA ZAYENDΠ   Çerkezoglû anî ziman ku di pêvajoya pandemiyê de li rex newekheviyên çînan, newekheviya civakî jî kûr dibe û bi vê newekheviyê re tundiya li ser jinan jî zêde bûye. Çerkezoglû da zanîn ku li şûna jin div ê pêvajoyê de werin bihêzkirin lê belê destkeftiyên jinan ên wek Peymana Stenbolê dibin armanca îqtiîdarê.    DIXWAZIN QEDEXE BIKIN    Çerkezoglû destnîşan kir ku rêveberên welat dixwazin deng, daxwaz, hêvî û têkoşîna karker û kedkaran bi qedexeyan bêdeng bike. Çerkezoglû da zanîn ku ew ê di çarçoveya tevdîrên pandemiyê de û rewşa mesafeyê li ber çavan bigirin cejna xwe pîroz bikin. Çerkezoglû anî ziman ku îqtidar dixwaze her cûre çalakî û şahiyên wan ên di navbera 30’ê nîsanê û 1’ê Gulanê qedee bike.    ÎQTIDAR NIKARE AQIL BIDE SENDÎKAYAN    Çerkezoglû anî ziman ku yên li vî welatî herî dawî aqil bidin rêxistinên karker, kedkar, endezyar, avahîsaz û hekîman îqtidara siyasî ye û pêdiviya wan ne bi aqil û zanista qedexekirî heye û ew ê li gorî zanist û têkoşîna xwe tevger bikin. Çerkezoglû destnîşan kir ku ew ê ji bo jiyanek bi tenduristî, bi mîsogerî û mirovane dê “Her roj bêjin 1’ê Gulanê” û wê her 1’ê Gulanê mezin bikin û qûrbaniyên 1’ê Gulanê bibîr bînin.    ‘LI HER DEVERÊ EM Ê 1’Ê GULANÊ PÎROZ BIKIN’   Çerkezoglû bang li rayedarên welat kir û got: “Dûrî aqilan, li derveyî zanistê û dijî hiqûqê nekevin nava hewldana astengiyan. Kes nikare 1’ê Gulanê asteng bike. Dema karker û kedkar dixebitin vîrûs nayê tespîtkirin, lê dema 1’ê Gulanê were pîrozkirin vîrûsê tespît dikin. Em ê li her deverê û li ber her kargehê 1’ê Gulanê pîroz bikin.”    WÊ DENGÊ XWE BILIND BIKIN    Seroka TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci jî destnîşan kir ku îqtidar di her kêliyê de dixwaze krîzan ji xwe re veguherîne fersendan û lê ew ê li gel hemû astengî û şertên pandemiyê de jî dê dengê xwe bilind bikin.    DÊ DAXWAZÊN XWE BÎNIN ZIMAN    Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk jî anî ziman ku karker û kedkar wê li gorî şertên pandemiyê roja 1’ê Gulanê li her devera Tirkiyê daxwazên xwe bînin ziman.    TEVÎ ASTENGIYAN JΠ   Rêveberê TMMOB’ê Tores Dînçoz jî got tevî hewldana astengiyan jî wê di qûrbaniyên 1’ê Gulanê bibîr bînin û pîrozbahiyên xwe li dar bixin.