Ji OHD’ê banga hevpar: Dawî li tecrîd û binpêkirinên mafan bînin 2021-04-21 14:20:59 NAVENDA NÛÇEYAN - Şaxên OHD’ê bal kişandin ser greva birçîbûnê ya bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Ocalan û bi dawîkirina binpêkirinên mafan ên li zindanan û bang li Wezareta Dadê kirin û xwestin daxwazên girtiyan li tavilê bi cih werin.    Şaxên Komeleya Hiqûqzanên Ji Bo Azadiyê (OHD) ên Amed, Wan, Stenbol, Mêrsîn, Enqere û li gelek bajarên din têkildarî greva birçîbûnê ya girtiyan a bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafan ên li zindanan daxuyanî dan çapemeniyê. Şaxên OHD’ê bi beşdariya endamên xwe û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl li avahiyên xwe civînên çapemeniyê li dar xistin û daxuyanî dan.   Di daxuyaniyên şaxên OHD’ê de hat xwestin ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibe û daxwaza girtiyên li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de were qebûlkirin. Şaxên OHD’ê destnîşan kirin ku bi şewba vîrûsa koronayê re li girtîgehan girtî nayên dermankirin, binpêkirinên mafan zêde bûne û girtî nikarin xwe bigihînin xizmeta tenduristiyê. Şaxên OHD’ê bang li Wezareta Dadê kirin û xwestin daxwazên girtiyan li tavilê bi cih werin. Şaxên OHD’ê gotin heke tiştek neyînî li girtîgehan biqewime îqtidar berpirsiyar be. Şaxên OHD’ê diyar kirin ku rayedar neçar in ku hiqûq û yasayên ji bo girtîgehan bisepînin û girtî ji van yasayan sûd werbigirin. Şaxên OHD’ê xwestin rayedar li tavilê ji bo qebûlkirina daxwaziyên girtiyan gavan biavêjin.