ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2021'AN 2021-04-22 09:00:04 * Lêkolîner-nivîskar Ahmet Kanî, diyar kir ku piştî hejmara yekemîn a Rojnameya Kurdistanê derket, siltanê Osmanî II. Abdulhamît bi fermanekê qedexe kir ku rojname têkeve Kurdistanê. Kanî got ku dema 123 salên dîroka çapemeniya Kurdan tê vekolandin, tê dîtin ku polîtîkaya zextê ya li ser Kurdan qet neguheriye. * Rojnamegeran, di Roja Rojnamgeriya Kurdî de diyar kirin ku wê heqîqetê binivisînin û ev tişt gotin: “Me pênûsa xwe ji nirxên mîna Gûrbetelî Ersoz û Mûsa Anter dewr girtiye. Pênûsa wan duh jî dinivisand wê îro jî dinivisînin û sibe jî binivisînin.”   * Endamê Meclîsa Rêveberiya PADÊ Îdo Şekir derbarê geşedanên li Şengalê yên herî dawî de axivî û got: "Heger di van herdû salan de pêşketineke siyasî di Iraqê de çênebe, bi dîtina me wê Iraq bikeve tengasiyeke mezin û wê hilweşe. Hilweşandina siyasî bila nebe sedemê hilweşandineke leşkerî."    * Endamê Lîjneya Rêveberiya Odeya Bijîjkan a Stenbolê Dr. Osman Ozturk, diyar kir ku di şewba koronayê de AKP li şûna tenduristiya gel berjewendiyên mistek olîgarşikan difikire û ev tişt got: “AKP ji bo tenduristiyê ne baş e. Hejmara fermî ya miriyan 36 hezaran derbas kir lê hejmara rasteqîn 10 hezar e. Tiştek wiha dibe? Ev komkujî ye.”    * Welatiyên ku bertek nîşanî belavkirina kartolan a bi merasîm dan, diyar kirin ku qeyraneke aborî ya wisa kûr, bi van rêbazan ji holê ranabe û wiha gotin: “Em ne kartolan, kar dixwazin.”   * Ji parêzerên OHD’ê Ekîn Yeter, diyar kir ku di hiqûqa navneteweyî de, tecrîd weke îşkenceyê tê pênaskirin û got: “Divê tecrîda li Îmraliyê ya li tevahiya civakê belav bûye û cihê wê di hiqûqê de tuneye, bi dawî bibe.”   * Di serdegirtina malê de, polîsan dest danîn ser alavên teknîkî yên rojnameger Abdullah Kaya. Lê tevî biryara dadgehê ya ‘bila werin radestkirin’ jî alavên Kaya nayên radestkirin.    * Alîkarê Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Tekstîlê (DÎSK) Mehmet Alî Başak, diyar kir ku sektora tekstîlê veguheriye qada kedxwariyê û got: “Li herêmê, hemû karker ji mafên xwe yên esasî bêpar tên hiştin.”   * Bayram Arî yê li Girtîgeha Bolûyê girtiye, di çarçoveya “Qanûna Înfazê” de, bi hinceta “rewş baş nebûye” nehat berdan.   * Emîne û Ferît Şenyaşar çalakiya xwe bi daxwaza "Edaletê" di roja 45'emîn wê li ber Edliyeya Rihayê berdewam bikin.    * Danişîna 9'emîn a 17 jê rojnamevan 22 kesên ji doza rojnameya Ozgur Gundemê ku di sala 2016'an de bi KHK'ê hatibû ne girtin tên darizandin li Dadgeha Çaglayana Stenbolê were lidarxistin. (10.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê rapora binpêkirinên mafan a 3 mehan a girtîgehên herêma Anatoliya Navîn dê li avahiya xwe eşkere bike. (12.00)   * Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran û parlamenterên HDP'ê yên jin wê encama hevdîtinên li Egeyê bi jinan re kirin li Meclîsê bi civînek çapemeniyê eşkere bikin. (12. 30)    * Sendîkaya Xebatkarên Veguhestina Yekbûyî (BTS) a Şaxa Amedê wê têkildarî şertên xebatê li Gara Amedê daxuyanî bide çapemeniyê. (12.30)    * Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) bi wesîleya Roja Rojnamevaniya Kurdî dê li avahiya xwe ya li Amedê daxuyanî bide çapemeniyê. (13.00)   * Rêxistinên HDP'ê yên li Şirnexê derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê de wê li navçeya Silopiya daxuyanî bidin çapemeniyê. (14.00)   * Li Mêrdîn û Îzmîrê dê rêxistinên jinan têkildarî fesixkirina Peymana Stenbolê daxuyanî bidin çapemeniyê. (17.00)