Dengê gel: Em ne kartolan kar dixwazin 2021-04-22 09:01:48 WAN - Welatiyên ku bertek nîşanî belavkirina kartolan a bi merasîm dan, diyar kirin ku qeyraneke aborî ya wisa kûr, bi van rêbazan ji holê ranabe û wiha gotin: “Em ne kartolan, kar dixwazin.”   Piştî ku Serokkomarê AKP’î Recep Tayîp Erdogan got “Milyonek û 250 hezar ton kartol û 300 hezar ton pîvazan, di meha Remezanê de em ê li kesên pêwîstiya wan pê heye belav bikin” Ofîsa Berhemên Axê ku girêdayî Wezareta Daristan û Çandiniyê ye, kartol û pîvazên di dest hilberîneran de mabûn kirîn û dest bi belavkirina wan kirin. Belavkirina kartol û pîvazan a bi kamyonan li gelek cihan bû sedemê heşrê. Belavkirina bi daxuyaniya çapemeniyê ya li hin cihan jî bû sedemê bertekan. Welatiyên me li Wanê mikrofon dirêjî wan kir, diyar kirin ku qeyraneke aborî ya wisa kûr, bi van rêbazan ji holê ranabe.   ‘JI MIROVAN RE KAR Û NAN LAZIM E’   Osman Ersoy diyar kir ku di temenê xwe yê 65 salan de bi qeyraneke aborî ya wisa re rûbirû nemaye û ev rewş weke “felaketê” bi nav kir. Ersoy, anî ziman ku gel di rewşeke perîşan de ye û wiha got: “Gel bê kar e. Heke agahiya wan ji gel hebûya, kartol û pîvaz belav nedikirin. Herkes xwedî rumetekê ye. Ev ne tiştên baş in. Avetina çend kîloyên kartolan a li ber milet şerm e. Bi rûmeta mirovan dilîzîn. Em kar dixwazin, ji mirovan re kar û nan lazim e. Pirsgirêk bi 2 kîloyên kartol û pîvazan çareser nabe.”    ‘TÛT Û RÛT KIRIN’   Adîl Alma jî da zanîn ku berê karsaz bû lê ji ber qeyrana aborî ew jî bê kar ma û wiha got: “Mirov dê bi torbeyekî kartolan xwe têr kin? Dikare hefteyekê xwe têr bike. Pişt re dê çi bike?” Alma, anî zima ku di serdema AKP’ê de bêkarî û nelirêtîya li welat zêdebûye û wiha axivî: “Heta ku desthilat neyê guhertin wê ev rewş wiha berdewam bike. Kesên zanîngeh qedandine jî nikarin karêkê bikin, vala vala digerin. Aligirên AKP’î encax dikarin di saziyekê de an jî li cihekî din bixebitin. AKP’iyan welat kirina çewlika xwe. Her tişt di destê wan de ye, welat tût û rût kirin.”    Cotkar Eşref Gulten ji bihabûna gûbre û mazot a her roj zam dibe re gazin kirin û bi lêv kir ku di rewşeke zor de ne. Gulten, destnîşan kir ku qeyrana aborî tê înkarkirin lê gel wê dijî û wiha axivî: “Haya dewletê ji mirovan nîne. Gel niha perîşan e. Em ne kartol û pîvazan, kar û nan dixwazin. Şûna ku kartol û pîvazan li gel belav bikin bila goşt belav bikin. Milet nikare ji fitarê re piçek goşt bikire û bibe mala xwe.”   ŞÛNA MEQARNE KARTOL   Hatîp Yalçin ê 28 salî ku diyar kir bêkar e jî anî ziman ku bi rûniştina li parkan wextê xwe derbas dike. Yalçin, destnîşan kir ku sedemê serekê yê qeyranê “desthilata li pey rantê ye” û wiha got: “Mirovan êdî nikarin bi belavkirina kartol û pîvazan bixapînin. Di demê de xwestin gel bi meqarneyan bixapînin. Niha jî dixwazin bi kartol û pîvazan bixapînin. Bi belavkirina kartolan a bi vî awayî rûmeta mirovan dişkînin. Divê êdî aborî bê baş kirin, herkes bêkar, bêhêz û ji vê rewşê aciz bûye. Tu kes ji rewşa xwe ne memnûn e.”   MA / Dîndar Karataş