Ji bo girtiyê li benda berdana bişerte, astengiya ‘rewş baş nebûye’ 2021-04-22 09:01:54 STENBOL - Bayram Arî yê li Girtîgeha Bolûyê girtiye, di çarçoveya “Qanûna Înfazê” de, bi hinceta “rewş baş nebûye” nehat berdan. “Kanûna Mafê Înfazê ya Bergirtiyên Ceza û Ewlekariyê û Di Hin Kanûnan de Guhertin Kirin” a weke “Qanûna Înfazê” tê zanîn, piştî ku Meclîsê de hat qebûlkirin, di 1’ê Çileyê de ketibû meriyetê. Di çarçoveya guhertina qanûnê de, girtiyên ku cezayê wan bi dawî dibe, nayin berdan.   Girtiyê 51 salî Bayram Arî yê 9 salin girtiye û niha li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê dimîne, ligel ku cezayê wî yê girtîgehê qediyaye jî, bi hinceta “rewş baş nebûye” nehat berdan. Diviya bû Arî di 17’ê Sibatê de bê berdan, lê Lijneya Îdarî û Çavderiyê ya Girtîgehê Arî berneda.    HINCETÊN RAZBER    Derbarê mijarê de em bi parêzerên Arî Emrah Baran re axivîn. Baran, diyar kir ku biyar bi hincetên razber hatiye dayîn û wiha got: “Mînak tê gotin ku muwekîlê min tevlî bernameyên çand û civakî nebûye. Lê di Girtîgeha Bolûyê de, ji bo girtiyên siyasî ev bernameyên wiha nayin li dar xistin. Em ê derbarê vê biryara Serokatiya Lijneya Îdarî û Çavdariyê de, serî li Dadgeha Înfazê bidin û îtîraz bikin.”    ‘REJÎMEK AVA KIRIN’   Baran, têkildarî qanûna înfazê jî axivî û wiha got: “Bi taybetî di madeya 89’emîn de hin guhertin kirin. Ji bo ku girtiyên siyasî her tim bên şopandin, rejîmek ava kirin. Di vir de, biryar hat dayîn ku rewşa girtiyên siyasî,  her 6 meh carekê bê nirxandin. Di heman demê de rayeya Serokatiya Lijneya Îdarî û Çavdariyê ya li ser girtiyan hat zêdekirin. Hemû mafên girtiyan, bi biryardayînê ve girêdan. A rast, guhertinên hatin kirin, li dijî pîvana Qanûna Bingehîn û wekheviyê ye. Niha Serokatiya Lijneya Çavdêriyê ya girtîgehê pişta xwe dide vê qanûnê û derbarê girtiyan de bi awayekê rehet biryaran dide.”   ‘GEFAN LI GIRTIYAN DIXWIN’   Prz. Baran, da zanîn ku di Girtîgeha Bolûyê de, gelek binpêkirinên mafan tên jiyîn û wiha bi dawî kir: “Muwekîlên me ji bo gihandina rewşa tenduristiyê, pirsgirêkên cîdî dijîn. Di nava meha Adarê de, lêgerîn di odeyan de hatine kirin û di dema lêgerînê de gardiyenan nêzîkatiyên provakatîf raberî muwekîlên me kirine. Mîna di dema lêgerîna qawîşa A53 de, gardiyenan ji girtiyên siyasî re gotine, ‘Dua bikin ku hûn dijîn. Di şevekê de, ji nişkan ve dibe ku em werin.’ Bi vî agahî gef li girtiyan xwarine. Dîsa li qawîşa A30 2 girtî di navbera xwe de bi Kurdî diaxivin. Rêveberiya girtîgehê ji ber vê yekê derbarê girtiyan de, dest bi lêpirsîna dîsîplînê dike û cezayê hucreya 5 rojan li wan dibire. Di heman demê de, mafê agahî girtinê pir zêde tê astengkirin.”   MA / Ferhat Çelîk