Li Licê operasyon: Dar tên birîn û ber tên şikandin 2021-04-22 09:31:46 AMED – Li gundê Dêrxust ê navçeya Licê operasyona leşkerî hat destpêkirin. Li gundê Dêrxust ê navçeya Licê ya Amedê li qada daristan operasyona leşkerî hat destpêkirin. Cerdevan jî tevlî operasyona ku serê sibehê de dest pê kir bûn. Di operasyonê de makîneyên kar jî hatin xebitandin. Li qada operasyonê tê dîtin ku makîneyên kar darên berû ji kok ve dibirîn û berên mezin ên li derdorê jî dişikînin.