Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet pêk were em ê li ber xwe bidin 2021-04-22 12:37:24 RIHA - Malbata Şenyaşar ku 45 roj in li pêş Edliyeya Rihayê çalakiya xwe ya nobetê didomîne, bertek nîşanî redkirina rakirina “biryara nepenî” ya têkildarî êrişa li nexweşxaneyê da û wiha got: "Heta ku edalet pêk were em ê li ber xwe bidin.”   Emîne Şenyaşar a ku hevjînê xwe û du kurên xwe, di êrişa parazvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin, nobeta ku bi daxwaza “Edaletê” li pêş Edliyeya Rihayê bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re, da destpêkirin di roja 45’emîn de berdewam dike.    ‘BERTEK NÎŞANÎ BIRYARA NEPEN DAN’   Malbata Şenyaşar di saetên serê sibê de hat ber avahiya edliyê rûniştin û dest bi çalakiya xwe ya nobetê kir. Malbata ku li ser hesabên xwe yên medya civakî parvekirin kirin bertek nîşanî redkirina îtîraza duyemîn a ji bo rakirina “biryara nepenî” ya têkildarî êrişa li nexweşxaneyê da.   ‘EM NAÇIN’    Malbata Şenyaşar, ligel dîmenên lorandina dayika Emîne Şenyaşar a li baxçeyê edliyeyê ev peyam parve kir: “Beriya sê salan li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê 3 mirovên me hatin qetilkirin. Me daxwaz kir ku biryara nepen bê rakirin. Bi pêkanîna HIQÛQA SERDESTAN şandeyê daxwaza me red kir. Di dorê de Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) heye. Heta ku EDALET pêk were em ê li ber xwe bidin. Em ji vir naçin.”