DFG: Bedirxan hîm avêt û kelecan heta îro pêl bi pêl geş bû 2021-04-22 15:24:11 AMED - Hevserokê DFG’ê Serdar Altan têkildarî Roja Rojnamevaniya Kurdî diyar kir ku hîmê ku Mîqdad Mîdhed Bedirxan avêt pêl bi pêl mezin bû û û got: "Bi saya cangoriyên çapemeniya azad tu caran têkoşîna ragihandina heqîqetê bi dawî nebû û ew kelecana roja destpêkê îro jî berdewam dike."  Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) bi wesîleya Roja Rojnamevaniya Kurdî li avahiya xwe ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokên DFG’ê Dîcle Muftuoglû û Serdar Altan, Endamên Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û MED-DER'ê, Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî û endamên platformê û endam û rêveberên DFG’ê beşdarî civînê bûn. Hevserokê DFG’ê Serdar Altan daxuyanî xwend.        ‘KELECANA ROJNAMEVANÊN KURD BI DAWÎ NEBÛ’   Altan bi van gotinên Mîqdad Mîdhed Bedirxan dest bi axaftina xwe kir: “Di vê cerîdeyê de ez ê behsa qencîya îlm û marîfeta bikim; li ku derê mirov dielime, li ku derê medrese û mektebên qenc hene, ez ê nîşa Kurda bikim; li ku derê çi şer dibe, dewletên mezin çi dikin, çawa şer dikin, tîcaret çawa dibe; ez ê hemîya hîkat bikim. Heta nuho kesê cerîdekê holê nenivîsîye. Ev cerîdeya min a ha, ya ewwulî ye.”    Altan da zanîn Mîqdad Mîdhet Bedirxan 123 sal berê bi van gotinan dianî ziman mebesta xwe ya derxistina Rojnameya Kurdistan û got: "Dema wî rojnameya yekem çap kir, di nava kelecaneke mezin de bû. 123 sal derbas bû lê kelecana rojnamevanên Kurd bi dawî nebû.”   ‘HÎMÊ KU BEDIRXAN AVÊT PÊL BI PÊL MEZIN BÛ’   Altan destnîşan kir ku rojnamevanî li her erdnîgarekê weke pîşeyeke herî dijwar tê pênasekirin û wiha axivî: “Em dikarin bêjin ku îro li her deverên cîhanê yek ji pîşe û kesên ku herî zêde rastî pêkutiyan tên rojnamegerî û rojnamevanin. Bi taybet ger mijar rojnamegeriya Kurd be, ev yek zêdetir derdikeve pêşberî mirov. Lêgerîna heqîqetê ya ku di 22’yê Nîsanê sala 1898’an hîmê wê ji hêla Mîqtad Mîdhet Bedirxan ve bi Rojnameya Kurdistan hat avêtin, pêl bi pêl mezin bû. Kovar û rojnameyên di serdema borî de hatin çapkirin ji bo Kurdan bûne banga serkeftinê. Her çiqas ev serpêhatiya rojnamegeriya Kurd li sirgûnê be jî, bi xebatên xwe yê behempa li cîhanê bû sembol. Di pêvajoya 123 salan de rojnamegeriya Kurd di her kêliyên jiyana xwe de rastî zext û pêkutiyên cur be cur hat. Sedema vê ya herî bingehîn jî israra ragihandina heqîqetê bû. Li hemberî dagirkeriya li ser nasname, çand û zimanê Kurd, bêdengiya cîhanê bi têkoşîna rojnamegeriya kurd perçe dibû. Ji bo civaka kurd pêwistî bi rojnamageriya kurdî hebû û rojnamgeriya kurdî li hemberî dagirkeriyê di hişyarbûna gelê Kurd de roleke mezin lîst.”   ‘AKP TEHAMULA DENGÊN CUDA NAKE’   Altan anî ziman ku bi salên 90’î û pêde di warê dîtbarî û nivîskî de ji bo rojnamevaniya kurdî pêvajoyeke nû dest pê dikir û wiha berdewam kir: “Bi pêşengtiya Mûsa Anter û Gurbetelî Ersozan, bi rojname û kovarên ku dihatin derxistin rojnamegeriya nivîskî a bi zimanê kurdî û tirkî geş dikir. Ev yek bingeha kevneşopiya çapemeniya azad a ku wek rihê rojnamgeriya Kurd tê dîtin ava kir. Li Tirkiyê hebûna çapemeniyek azad her tim pirsgirêk bû. Lê belê di dema desthilatdariya AKP’ê ku nêzî 20 salin rêveberiya Tirkiyê dikin ev rewş xirabtir bû. AKP ya ku rojnamegeran wek “terorîst” îlan dike, li dengên cûda tehammûl nake. Medyaya xwe ava kirine û bi avakirina çapemeniya alîgir, dixwazin civak bi temamî ji rastîyan dûr bêxin. Li gel ewqas pêkutiyan jî têkoşîna rojnamegeriya Kurd ev 123 salin bê navber dimeşe. Asta ku em gihîştinê, welatên cîhanê rastiyan êdî ji rojnamegeriya Kurd hîn dibe. Li gel kêmasiyan jî saziyên ragihandinê bi xebat û nûçeyên xwe ji bo çapemeniya cîhanê êdî dibin çavkanî.”   ‘GELEK ROJNAMEVANÊN KURD CANÊN XWE FEDA KIRIN’   Altan anî ziman ku di serkeftina rojnamevaniya kurdî de divê şehîdên çapemeniyê bi rêzdarî bibîr bînîn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo ragihandina heqîqetê bi dehan rojnamegerên Kurd canê xwe feda kirin. Ji Apê Mûsa, bigrin heta belavkarên rojnameyan şehîdên me ji bo çapemeniya azad bûne pêşengê rastiya rojnamegeriya kurd. Lê belê wekî her serkeftinê berdêla serkeftinên çapemeniya kurd jî çêbûn. Şopdarên heqîqetê carna di nav çar dîwaran de pênûsa xwe bi kar anîn, carna jî bi berdêla canê xwe heqîqet ragihandin. Biryardarî û israra heqîqetê bi saya wan kesên dildarên çapemeniya azad watedar bû. Bi saya wan û şopînerên wan tu caran têkoşîna ragihandina heqîqetê bi dawî nebû û ew kelecana roja destpêkê îro jî berdewam dike.”   BAL KIŞAND SER KAMPANYAYA ZIMAN   Pişt re Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî axaftineke kurt kir. Cizîrî bal kişand ser kampanyaya îmzeyê ya ku Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê dane destpêkirin û wiha got: “Em di vê xebatê de medya kurdî gelek girîng dibînin. Karê em dikin çiqas girîng be kar û erka medya kurdî jî ewqas girîng e. Serkeftinê ji bo hemû çapemeniya kurd dixwazim.”