Milîsên girêdayî rejîmê agirbest xera kirin, şer carek din dest pê kir 2021-04-22 16:24:57   QAMIŞLO - Milîsên girêdayî rejîma Şamê agirbesta ji bo demekê hat îlankirin xera kirin û careke din êrişî Hêzên Ewlekariya Hûndirîn ên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê kirin.    Pevçûnên li Taxa Tay a Qamişloyê piştî ku duh şev hêzên eskerî yên Rûs ketin navberê ji bo demekî kurt agirbest hat îlankirin. Milîsên Dîfa El Wetenî yên girêdayî rejîma Şamê careke din êrişî Hêzên Ewlekariya Hûndirîn ên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê kirin û agirbest îhlal kirin.    Piştî ku milîsên Dîfa El Wetanî êrişî Hêzên Ewlekariya Hûndirîn ên li ser Cadeya Wenda ya başûrê Taxa Tay cih digirin kir, şer careke din dest pê kir.    2 SIVÎL BIRÎNDAR BÛN    Mîlîsên Dîfa El Wetanî yên ku sivîlan jî dike hedef, nêzî Xaçerêya El Wehde ya heremê 2 sivîl qetil kirin. Heyva Sor a Kurdistanê welatiyên birîndar bûn rakirin nexweşxaneyên li Qamişloyê. Ji birîndaran Ehmeh El Reslî (30) rakirin Nexweşxaneya Ferman û Ehmed Xerqî (33) jî rakirin Nexweşxaneya Rehme.   Di êrîşa milîsên Dîfa El Wetenî ya beriya niha de jî di Xaçerêya El Wehde de zarokekî jiyana xwe ji dest dabû û zarokek jî birîndar bûbû.