Li Afyonkarahîsarê jinek hat qetilkirin 2021-04-22 17:12:05 AFYONKARAHÎSAR - Li navçeya Sandikliyê jina bi navê Fîlîz G. ji aliyê xezûrê xwe ve hat qetilkirin.    Li gundê Çîgîltepe yên navçeya Sandikli ya Afyonkarahîsarê, Fîlîz G. ji aliyê xezûrê xwe ve hat qetilkirin. Nûrettîn G. ê Fîlîz G. û Kamîl Ç. bi çekê kuştin li cendermeyan geriya û xwe îxbar kir. Li ser îxbarê cenderme û tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyer hatin kirin. Tîmên tenduristiyê di kontrola kirin de, tespît kirin ku Fîlîz G. û Kamîl Ç. jiyana xwe ji dest dane. Li ser vê yekê cendermeyan Nûrettîn G. binçav kirin. Piştî lêkolînan cenazeyê Fîlîz G. û Kamîl Ç. rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya Afyonkarahîsarê.