ATK ji bo girtiyên nexweş bûye jana giran 2021-04-23 11:35:18 ENQERE - Girtiyê nexweş Îsa Gultekîn piştî li girtîgehê jiyana xwe ji dest da, rewşa girtiyên nexweş dîsa bû rojev. Nûnerên mafên mirovan diyar kirin ku girtiyên nexweş terkî mirinê têne kirin û raporên ATK'ê ji bo girtiyên nexweş bûne jana giran. Parazvanên mafên mirovan xwest êdî raporên ATK'ê nebin referans.  Li Tirkiyeyê rewşa girtiyên nexweş her ku diçe giran dibe. Lê dijî rewşa girtiyên nexweş bêdengiyek zêde heye. Heri dawî girtiyê nexweş Îsa Gultekîn ku 28 salin girtî ye ji ber nehat berdan li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Li gorî daneyên Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul ku di 28'ê Hezîrana 2020'an de aşkere kiribû, di navbera salên 2013 û 2020'an de Hezar û 582 girtiyên nexweş ku nexweşiya wan a giran hatine tespîtkirin, serbest hatine berdan. Lê li gorî agahi û raporên parazvanên mafên mirovan girtiyên nexweş nayên berdan. Mînaka vê yekê ya dawî jî mirina girtiyê nexweş Îsa Gultekîn ê li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmara 3 a Tarsûsa Mêrsîne bû. Gultekîn ê 67 salî dema li nexweşxaneya dewletê ya Tarsusê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.    Li gorî rapor û daneyên ÎHD'ê ya sala 2020'an li girtîgehên Tirkiyeyê 604 girtiyên bi nexweşiya giran hene. Bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Li gorî vê raporaı 2020'an li girtîgehan 27 girtiyên nexweş ji ber ku nehatin berdan û nehatin dermankirin li nexweşxaneyan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî rapora ÎHD'ê ya 3 mehên 2021'an bi giştî 13 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Disa girtiyekî nexweş piştî hat berdan, di demek kin de jiyana xwe ji dest da.    Bi taybetî piştî vîrûsa corona (Covît-19) belav bû, girtiyên nexweş ji mafê tedawi û dermankirinê bêpar diminin û mafê wan ê tenduristiyê te binpêkirin. Li gorî raporên mafên mirovan gelek girtiyên nexweş dema diçin nexweşxaneye neçar dimînin ku 14 rojan di qarantînaye de bên hiştin. Girtî bi tirsa di hucreyên qarantinaye de biminin naxwazin biçin nexweşxaneyê û nayên dermankirin. Dermankirina gelek girtiyen nexweş bi hinceta şewb heye nayên dermankirin.    LI GIRTÎGEHAN PÊKANÎNÊN KEYFÎ ZÊDE NE   Li girtîgehan nûnerên komisyonan û saziyên rêxistinên civakî nikarin biçin rewşa girtiyan lêkolîn bikin û nikarin biçin girtiyên nexweş ziyaret bikin. Nûneren komîsyonan dema diçin girtîgehan jî nikarin biçin odeyen wan, li odeyên îfadeyê dikarin li wan guhdar bikin. Li girtîgehan her ku diçe mafên girtiyan bi keyfî tên astengkirin.    RAPORÊN ATK'Ê DIKBIN JANA GIRAN    Girtiyê nexweş herî zêde dema dixwazin rapora Saziya Tipa Edlî bistînin pir zor û zahmetiyê dijin. Stentina rapora  Saziya Tipa Edlî (ATK) ji bo girtiyên nexweş bûye jana giran. Her çend girtî raporan ji nexweşxaneyên ku Wezareta Dadê diyar kirine bistîne jî ji ber rastî astengiyên ATK'ê tên, girtiyên nexweş nayên berdan.  Girtî bi hefteyan û mehan li heviya raporên ATK'ê disekinin û nayên berdan.      Sala par bi "Rêziknameya Der Barê Înfaza Girtiyên Nexweş a Rêveberiya Saziya Înfaza Ceza" de armanc kir ku girtiyên nexweş û girtiyen kal û pîr serbest bên berdan. Lê girtiyên siyasi ji vê rêziknameya înfazê nikarin sûdê bistînin. Gelek girtî di sinorê mirinê de serbest tên berdan û pişti serbest tên berdan di demek nêzîk de jiyana xwe ji dest didin. Di sala 2020'an de 6 girtiyên nexweş ên zêdeyî 75 salî li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan.      'DIVÊ TENÊ ATK REFERANS ESAS NEYÊ GIRTIN'    Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê Nuray Çevirmen, têkildarî rewşa girtiyên nexweş ji Ajansa me ya Mezopotamya (MA) re nirxandin kir. Çevirmen, anî ziman ku divê tenê raporên ATK'ê esas neyên girtin û li gel ATK'ê raporen nexweşxaneyên din jî referans bên girtin. Çevirmen, xwest raporên nexweşxaneyên dewletê û raporên zanîngehan jî esas bên girtin û wiha got: "Divê raporên nexweşxaneyên dewletê û zaningehan ên "Girti nikare li girtîgehan bimine" esas bene girtin. Divê tenê rapora ATK'ê esas neyê girtin.    'DIVÊ PARTIYÊN SIYASÎ Û RÊXISTINÊN CIVAKÎ HESTIYAR BIN   Çevîrmen, xwest partiyên siyasî, rêxistinên tenduristiyê û parazvanên mafên mirovan li dijî girtiyên nexweş hestiyar tev bigerin û berpisiyariyê bidin ser milê xwe. Çevîrmen, xwest her kes di çareseriyê de israr bikin.   Endama Komîsyona Mafên Mirovan a Odeya Tabîban a Enqereyê (ATO) Ayşe Ugurlu jî anî ziman ku gelek caran ji bo biçin li girtîgehan lêkolîn bikin serî li rayedaran dane û wiha got: "Lê rayedaran bersîvan neyîni dan me. Gelek girtiyên nexweş ji bo mafê tenduristiyê bi dest bixin serî li odeya me dane. Dewlet xwedî erk e ku mafê girtiyan biparêze. Divê hemû girtî ji mafê xwe yê tenduristiyê sûdê bigirin."    ‘CEZAYÊ MIRINÊ DIDIN WAN'    Endama Komeleya Hiqûqvanên Hemdem (ÇHD) Prz. Ayşegul Çagatay jî anî ziman ku mafê jiyanê yên girtiyan tê binpêkirin û wiha got: "Bi vê pêkanînê mafê girtiyan ê jiyanê te binpêkirin. Guhertinên zagonî yên der barê berdana girtiyên nexweş de têr nakin. Heta girtî neyên sînorê mirinê nayên berdan. Ji bo girtiyên nexweş li derve mafê jiyanê nadin wan. Mafê mirinê didin wan. Ziyaretên mafên mirovan, parêzer û rêxistinên civaki yên girtîgehan dê bandorê li ser vê yekê bike. Divê her kes gavan bavêjin."    MA / Ceylan Şahînlî