Malbata Şenyaşar nobeta 'Edaletê' li malê didomîne 2021-04-23 11:36:08   RIHA - Malbata Şenyaşar a ji ber qedexeya derketina derve nobeta xwe ya bi daxwaza “Edaletê” di roja 46’emîn de li malê didomîne.    Emîne Şenyaşar a ku hevjînê xwe û du kurên xwe, di êrişa parazvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin, nobeta ku bi daxwaza “Edaletê” li pêş Edliyeya Rihayê li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar re, da destpêkirin di roja 46’emîn de berdewam dike. Malbat, ji ber qedexeya derketina derve heye, nobeta xwe ya îro li mala xwe didomîne. Hat zanîn ku malbat wê roja şemiyê û yekşemê jî ji ber qedexeyê çalakiya xwe li malê bidomîne.     ‘AN EDALET AN EDALET’   Malbata Şenyaşar ku li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê nobeta xwe ya “Edaletê” didomînin, li ser hesabên xwe yên medya civakî wiha got: “Ji ber ku qedexeya derketina kolanan heye em têkoşîna xwe li malê didomînin. Şandeya dadgehê ku gotiye ‘bila biryara nepen a li ser dosyaya nexweşxaneyê bidome’ dibe hevparê vî sûcî. Em ê îro ser CÎMER’ê jî giliyên xwe bikin. AN EDALET AN EDALET…”