Li Meletiyê cotkarekî jiyana xwe ji dest da 2021-04-23 13:33:35   MELETÎ - Li navçeya Arganê ya Meletiyê Ziya Kan ê ku baxçeyê qeysiyan cot dikir, di nava çiqilê darê û traktorê de ma û jiyana xwe ji dest da.    Li gundê Dogû yê girêdayî navçeya Arganê ya Meletiyê Ziya Kan (48) ê ku baxçeyê qeysiyan cot dikir di nava çiqilê darê û traktorê de ma. Malbata wî demekî dirêj agahî jê negirtin û li ser vê yekê çûn nav baxçe. Malbatê dît ku Ziya Kan di nava çiqilê darê Û traktorê de maye û jiyana xwe ji dest daye. Malbatê agahî da tîmên agirkuj û tenduristiyê û tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û cenazeyê Kan ku di nava çiqilê darê û traktorê de asê maye derxistin û ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.