Ji bo derziya Kovîd-19’ê li xwe bixin di dorê de disekinin 2021-04-23 14:38:56   AMED - Li Amedê welatî ji bo ku derziyên Kovîd-19’ê li xwe bixin demek dirêj di dorê de dimînin.    Li bajarên bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyê derzîkirina Kovîd-19’ê berdewam dike. Yên ku derzîkirin ji wan re derketiye diçin li nexweşxaneyên dewletê li xwe dixin. Welatî rasterast li ALO 182’yan digerin randevûyê distînin û her wiha dikarin li ser Pergala Navenda Randevûyê ya Hekîman (MHRS) jî randevu bistînin. Welatiyên dora wan tê û diçin ber cihê derzîkirinê ya li nexweşxaneyan bi tabloyek cuda re rûbirû dimînin.    Li Amedê welatî ji bo ku derziyên Kovîd-19’ê li xwe bixin diçin ber Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê dikevin dorê. Welatiyên vê rewşê dibînin ecêb dimînin. Welatî ji bo derziyan li xwe bixin divê forman dagirin û ji bo vê yekê demek dirêj di dorê de dimînin. Dema navên welatiyan tê xwendin û diçin cihê derzîkirinê jî qelebalixiyek mezin çê dibe.