Taxa Teyî ku sivîl tên hedef girtin hat valakirin 2021-04-23 16:35:29   QAMIŞLO - Di şerê li Qamişlo rû da de, piştî ku milîsên Dîfa El Wetenî sivîl hedef girtin, Hêzên Ewlehiya Hûndirîn Taxa Teyî vala kirin.    Pêvçûnên li ser êrişên milîsên Dîfa El Wetenî yên girêdayî rejîma Şamê yên li Taxa Teyî ya Qamişloyê destpêkirin, berdewam dikin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), Hêzên Ewlehiya Hûndirîn, dibistanên Îbnî Sîna û Fadil El Hesen ên milîs lê bi cih bûbûn xistin bin kontrola xwe. Hat diyarkirin ku piştî milîsên Dîfa El Wetenî heremên di destê xwe de winda kirin, li ser avahiyên bilind dest bi hedef girtina sivîlan kirine.   Piştî hedef girtina sivîlan, Hêzên Ewlehiya Hûndirîn ên Rojavayê Kurdistanê malên li heremê bi awayekî kontrolkirî vala kirin.