Kesên li Êlihê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2021-04-23 16:41:22 ÊLIH - 13 kesên li Êlihê hatibûn binçavkirin hatin berdan.  Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Êlihê ya bi hinceta di pîrozbahiyên Newrozê de “propagandaya rêxistinê” hatiye kirin, di 19’ê nîsanê de 13 kes hatibûn binçavkirin. 13 kesên hatibûn binçavkirin piştî îfadeyên wan ên li Miduriyeta Polîsan hatin girtin, îro derxistin edliyeyê.    Piştî îfadeya dozgeriyê 10 kes hatin berdan û 3 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Nobedar a Êlihê hatin kirin. Dadgehê her sê kes bi şertên kontrola edlî serbest berdan.