Li Qamişloyê agirbesta demkî careke din hat ragihandin 2021-04-23 20:25:54 NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama civîna di navbera hêzên Rûsya û fermandarên QSD'ê de, biryara agirbesta demkî di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û çeteyên Dîfaa El-Wetenî de hat ragihandin.    Mîlîsên Difa El Wetenî yên rejîma Şamê ku destûr ji bo wan hatibû dayîn ku li Qamişlo bimînin, di 20’ê Nîsanê de, êrişî nuqteya kontrolê ya Hêzên Hewlekariya Hûndirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiribûn. Di encama êrişê de şer derket û 4 rojan dewam kir.   Li Qamişlo, piştî şerê 4 rojan dewam kir, bi navbeynkariya hêzên Rusyayê, agirbesta demkî di navbera mîlîsên Difa El Wetenî ya girêdayî rejîma Şamê û Hêzên Ewlekariya Hûndirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hat îlankirin.   Agirbest wê îşev ji saet 18:00'an heta sibe saet 10:00'an dewam bike.   Li ser vê yekê fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bang li hemû endamên xwe yên di çeperan de kir ku girêdayî vê biryara agirbestê tevbigerin.