Jinên mastfiroş di hedefa zabitayan de ne 2021-04-24 09:00:37 ŞIRNEX - Li Kolana Sebzeyan a navçeya Cizîrê, jinên ku bi salane di bazarê de mast difiroşin, bi gef û zextên zabitayan re rû bi rû ne. Jinên mastfiroş, diyar kirin ku zabita nahêlin ew kar bikin û xwestin ku zabita belaya xwe ji wan vekin. Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber krîza aborî mexdûr dibin her roja diçe zêdetir dibe. Bi belavbûna şewba vîrûsa koronayê re ev alozî girantir dibe. Ji ber vê, li gelek qadan kar hatiye rawestandin. Li Kolana Sebzeyê ya navçeya Cizîr a Şirnexê tevî van pirsgirêkan, bi salane jinên ku serê sibê radibin û ji bo ku mastê xwe bifiroşin berê xwe didin navçeyê, bi zext û gefên zabitayan re rû bi rû ne. Jinên mastfiroş, di vî warî de ji şaredariyê bi gilî ne. Jinên ku heta êvarî li ber tavê bendêne ku sitilek mast bifiroşin rojên zor û zehmet derbas dikin.    'BILA DESTÛRÊ BIDIN'    Ji jinên mastfiroş Fatma Bilgîç a ku her roj ji gundê Musuriyê tê Cizîrê mast difiroşe, anî ziman ku ew her roj dest vala vedigere mala xwe û wiha axivî: "Ez her roj serê sibehê radibim û mast tînim navçeyê difiroşim. Ev nêzî  20 sale, ez vî karî dikim. Em sitila mast 20-30 TL'an difiroşin. Em ewqas ked didin, lê qasî keda xwe, nafiroşin. Carnan em qet nafiroşîn û dest vala diçin malê. Şaredarî nahêle em kar bikin. Em her roj bi zext û gefên zabitayan re rû bi rû ne. Ez bi vî karî debara mala xwe dikim. Lê nahêlin ku em kar bikin. Ger em vî karî nekin, emê nekarin debara xwe bikin. Em dixwazin ku zabita belaya xwe li me nedin û destûr bidin ku em karê xwe bikin."    'ZABITA NAHÊLIN EM KAR BIKIN'    Ji jinan Mevlûde Mendes jî, anî ziman ku ev 40 salin li ser mastfirotinê debara mala xwe dike û wiha got: "Serê sibehê em zû dest bi kar dikin û heta êvarî em li bendê ne ku sitileke mast bifiroşin. Di berê de karê me baş dimeşiya. Lê di van salên dawî de hejmara kesên ku mast dikirin pir kêm bûye. Herkes êdî li marketan dikire. Em nikarin debara zarokên xwe bikin. Her tişt giran bûye. Bi 50'î TL'an jî mirov nikare debara malê bike. Em diçin zozanan kerengan kom dikin û tînin vêderê difiroşin. Ger em vî karî nekin wê zarokên me birçî bimînin. Zabiteyên şaredariyê ji me re pir zehmetiyan derdixînin. Em di meha Remezanê de ne û rojî ne. Lê dîsa jî, zextê li me dikin. Em dixwazin bi keda destê xwe debara xwe bikin. Debara min li ser keda destê mine. Hevjînê min 12 salan di girtîgehê de ma. Min zarokên xwe hemû bi mastfirotinê xwedî kirin."   'CIHEKÊ ME TUNEYE'    Ji mastfiroşan Evîn Ornek jî, da zanîn ku ew ji ber zabitayan nikarin bixebitin û wiha bertek nîşan da: "Ez paşivan radibim û tiştên ku ez bînim bazarê bifiroşim, amade dikim. Saet 6'ê sibehê em li wesayîta navçeyê siwar dibin û seat 7'an digêhêjin navçeyê. Ez li vir şîr û mast difiroşim. Cihê me yê firotinê tune ye. Li bazarê cihek tuneye ku em xwe bidin ber siya wê. Tav li me dide, baran bi ser me de dibare. Em nikarin li ber vê tavê kar bikin. Pere tune ye ku gel danûstandinê bike. Em dixwazin êdî ev rewşa asayî derbas bibe."    MA / Zeynep Dûrgût