Xwendekarên zanîngehê: Em rektorê qeyûm û zayendperest naxwazin 2021-04-24 09:00:39 ENQERE - Xwendekarên zanîngehê, bertek nîşanî îdîanameya derbarê xwendekarên Zanîngeha Bogazîçîyê de hat amadekirin de dan û gotin: “Em rektorê qeyûm û zayendperest naxwazin. Di heman demê de, em îdîanameya derbarê 97 xwendekaran de hatiye amadekirin jî, qebûl nakin.” Di çalakiyên şermezarkirina Melih Bûlû yê weke rektorê qeyûm ji aliyê Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ve tayînî Zanîngeha Bogazîçîyê hatibû kirin de, 108 xwendekar di 1’ê Sibatê de hatibûn binçavkirin û dûre hatibûn berdan. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, derbarê 97 xwendekaran de, îdîanameyeke ji 75 rûpelan pêktê, amade kir û bi hinceta xwendekar li gorî bergiriyên pandemiyê tevnegeriyane, tên sûcdarkirin. Xwendekarên ji bo piştgiriya xwendekarên Bogazîçîyê heya Enqerê meşiyan, çalakiyên şermezarkirinê lidar xistin û gelek caran hatin binçavkirin, bertek nîşanî îdîanameyê dan.   ‘DIVÊ JI QEYÛM RE BÊJIN RAWESTE’   Xwendekara pola 2’yemîn a Beşa Fîzîkê ya Zanîngeha Teknîk a Orta Dogû (ODTU) Yaprak Defîn Turgan, diyar kir ku feraseta qeyûm a desthilatdariyê ewil li bajarên Kurdan dest pê kir û dûre li tevahiya welat belav bû. Turgan, bal kişand ser tayînkirina qeyûm a şaredariyan û wiha axivî: “Îro li welat hişmendiya qeyûm belav bûye. Divê her kes li dijî qeyûman raweste û bêje êdî bese. Bi îdîanameya hatiye amadekirin, desthilatdarî dixwaze hemû zanîngehan kontrol bike. Bi hinceta pandemiyê ev îdîaname amade kirin. Bi hezaran mirov beşdarî kongreyên AKP’ê dibin, kesek dengê xwe dernaxîne, lê bi hinceta pandemiyê dixwazin ceza bidin xwendekaran. Ev dide nîşandan ku daraz çiqasî siyasî bûye. Bi vê îdîanameyê dixwazin têkoşîna xwendekaran teslîm bigirin.”   Turgan, dest nîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe ya li dijî rektorên qeyûm mezintir bikin.   LI DIJÎ HIQÛQÊ YE   Xwendekara pola 2’yemîn a Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqerê (AU) Nîsa Çira jî, bertek nîşanî îdîanameyê da û wiha bilêv kir: “Mafê xwendekarên zanîngehê yên bingehîn ew e ku ji bo zanîngehên xweser ên demokratîk têbikoşin. Em xwendekar rektorên qeyûm û zayendperest xwazin. Di zanîngehan de em rektorên qeyûm naxwazin. Ev îdîanameya amadekirine jî, bê bingehe û di asta nayê qebûlkirin de ye. Di bingeha vê îdîanameyê de tirsa desthilatdariyê heye. Êdî mirov nikare behsa dewleta hiqûqî bike. Li gorî pergala xwe ya darazê tevgerîn heye. Emê her tim têkoşîna xwe ya li dijî qeyûman dewam bikin.”   ‘EM NATIRSIN’   Xwendekara pola 4’emîn a Beşa Planên Bajêr û Herêm a ODTU’yê Aşkin Kizilaslan jî, da zanîn ku têkoşîna ciwanan ji bo Tirkiyeyê bûye hêvî û wiha got: “Ciwanan hêz da gelek mirovan. Desthilatdarî ditirse ku selteneta wî hilweşe. Ji ber vê desthilatdariya AKP’ê ji tevgera ciwanên Zanîngeha Bogazîçîyê tirsiya û êriş kir. Em natirsin û em xwedî li hevalên xwe derdikevin.”   MA / Hakan Yalçin