'Albuma sûcdaran' a Suleyman Soylu 2021-04-24 12:41:41 NAVENDA NÛÇEYAN - Xwediyê borseya pereyên krîpto Thodex'ê Fatîh Faruk Ozer nêzî 2 milyar dolar revandin û çû dervê welat. Hêj niqaşên li ser wî berdewam dikir, wênen ku wî û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu bi hevre kişandibûn derketin holê. Wî wêneyî kesên ku li Sûriye cînayet kirin, endamên komên rêxistina Selefî û kujerên jinan anîn aqilan.  Xwediyê Borseya pereyên Krîpto Thodexê Fatîh Farûk Ozer, 391 hezar kes xapandin û nêzî 2 milyar dolar pere revandin. Niqayên revandina pereyan didome. Bikarinerên Thodexê piştî nekarîbûn pereyen xwe ji pergalê bikişînin, li ser hev daxuyani dan. Liser vê yekê şirketê daxuyani da û diyar kir ku şîrket di tamirê de ye. Dîsa daxuyani da û diyar kir ku dê tamîr 4-5 rojan bidome. Kesên pere li pergalê razandine, anîn ziman ku heta tamîr bi dawî bibe dê li bendê bisekinin. Lê derket holê ku Ozer di 20'ê Nîsanê de saet di 19.50'an de reviya ye dervê welat. Hat diyar kirin ku têkiliya Ozer û Serokê Rêxistina Sûcê Organîzeyê Sedat Peker re heye.    Hat diyar kirin ku Ozer reviya ye Arnavûtlukê û Tirkiye der barê wî de xwestiye ku lêgerina Interpolê be destpêkirin. Di vê pêvajoya ku niqaş didomin de, derket holê ku wêneyê xwediyê borseya pereyên krîpto Thodex'ê Fatîh Faruk Ozer û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu bi hevre kişandibûn derketin holê. Wî wêneyî kesên ku li Sûriye cînayet kirin, endamên komên rêxistina Selefî û kujerên jinan anîn aqilan.    Di albuma ku kesên bi Soylu re wene kişandine û tev li sucan bûne wiha ne:    BI KESÊ SERÎ JÊKIRINE RE WÊNE KIŞANDIYE   * 30 Tebax 2015: Endamê teşkîlata AKP'ê ya Navçeya Kapakli Emrah Çelîk ê li Bajarê Lazkiye yê Sûriyeyê ligel El Nusra, di nava 2'emîn Tumena Sahîlê şer kiriye, dema serî jê kirine û seriyê jêkirî di dest de ne wêne kişandiye. Wêneyê Emrah Çelîk û Mustafa Şentop û Suleyman Soylu bi hevre hatine kişandin.    KESÊN ÊRÎŞÎ CENAZE KIRIN LI QEREQOLÊ WÊNE KIŞANDIN   * 16 Îlon 2017: Dema dayika Cigira Hevseroka Giştî ya HDP’ê Aysel Tugluk Hatun Tugluk jiyana xwe ji dest da û li Enqereyê defin kirin, komekê îrîşî cenaze kiribûn. Li ser vê yekê cenazeyê Tugluk ji gorê derxistibûn û li Dersimê defin kiribûn. Yek ji faîlê êrîşê Murat Alp bû. Murat Alp li tenişta Wezîr Soylu li qereqolê wêne kişandiye û wêneyê wî di albumê de cih digire.    ÊRÎŞÎ JINA DUCANÎ KIRIBÛ    * 7 Tîrmeh 2019: Li navçeya Pendîk a Stenbolê Hasan û Huseyin Sel ên birayên hev êrîşi jina ducanî kirin. Di albume de wêneyê Hasan Sel û Wezîr Soylu bi hevre hatin dîtin.    QEMÛM 40 HEZAR TL DIYARÎ KIR   * 26 Tebax 2019: Walî û Qeyûmê Mêrdînê Mustafa Yaman ku tayînî şûna Hevşaredarê HDP'î yê Merdînê Ahmet Turt hat kirin, bi belgeyan derket holê ku bi 600 hezar tl diyari ji Serokomar Tayyip Erdogna û wezîr Soylu re stendiye.    * 18 Îlon 2020: Sema Esen a ku weki Aleyna Çakir tê zanîn di 3'ê Hezîrana 2020'an de li mala xwe ya Keçîorena Enqereyê mirî hat dîtin. Piştî lêpirsînê derket holê ku mêr Umîtcan Uygun tundî li Esen kiriye. Umitcan Uygun hat girtin. Piştre wêneye bavê Umitcan Uggun Durak Uygun û Suleyman Soylu bi hevre di albumê de hat dîtin.    BI ÇEKAN GEF LI GEL XWARIN   * 21 Nîsan 2021: Heri dawi li Okmeydani ya Stenbolê komên çekdar ku ji 10-15 kesan pêk dihat, gef li welatiyan xwarin û xwestin xaniyen xwe ji bo veguhestina bajar vala bikin. Her çend AKP'îyan gotin em wan nas nakin jî O. Osman N. û Cafer P li ser medya civakî weneyê ku têkiliya wan û AKP'ê bi hevre hene parve kirin. Derket holê ku O.Osman N bi Wezîr Soylu re wêne kişandiye.