Xizmên Windayan: Bila faîlên Mumîne û Tayyîbe bên dîtin 2021-04-24 13:05:47   AMED - Şaxa ÎHD’ê û Xizmên Windayan xwestin ku faîlên Mumîne û Tayyibê Sîncar ên xwişkên hev ku eskeran di sala 1994’an de li navçeya Mehserta Mêrdînê bi ser mala wan de girtin û ew qetil kirin bên dîtin.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û Xizmên Windayan, çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” di hefteya 637’emîn de berdewam kirin. ÎHD'ê ji ber pandemiyê çalakî li ser hesabê xwe yê medya civakî li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de, cih dan çîroka Mumîne (17) û Tayyibê Sîncar (23) ên xwişkên hev ku eskeran di sala 1994’an de li gundê Merzikan ê navçeya Mehserta Mêrdînê bi ser mala wan de girtin û ew qetil kiribûn.   BI SER MALÊ DE DIGIRIN    Cîgira Hevserokên Giştî ya ÎHD’ê Rahşan Bataray Saman çîroka herdu xwîşkan vegot. Bataray anî ziman ku li gorî hevpeyvîna dayikê ya di 15’ê Tebaxa 1994’an de di Rojnameya Ozgur Ulkeyê de hat weşandin, piştî ku milîtanên PKK’ê di 27’ê hezîrana 1994’an de êrişî avahiyên cemaweriyê yên li navçeya Mehsertê kirin, tîmên taybet ên bi şev derketin operasyonê bi ser mala Mumîne û Tayyîbe Sîncar de girtin.    ‘DU XWIŞK HATIN QETILKIRIN’   Saman diyar kir ku serdegirtina malê ji bo Tayîbe Sîncarê bû û wiha axivî: “Tîmên taybet ji ferdên malbatê ên li ser ban radizan, berê çekê dan ser Tayyibê. Di wê kêliyê de Mumîne xwe di avêje ber xwîşka xwe. Tîmên taybet gule berdidin û her du xwîşkan jî li wir qetil dikin. Piştî bûyerê leşker tên gund û dixwazin cenazeyan bigirin lê malbat û gundî destûr nadin vê yekê. Pişt re malbat dixwaze dozger were cihê bûyerê. Dozger tê û li cihê bûyerê rapor digire. 36 guleyên çeka M-16’ê di rapora tê girtin de tê qeydkirin. Li ser hemû israra malbatê jî dozger otopsiya cenazeyan nade kirinê."   ‘FAÎLÊ ÎNFAZÊ WEKE NEDIYAR DERBASÎ QEYDAN HAT KIRIN’   Saman da zanîn ku leşkeran di heman rojê de muxtarê gund Mehdî Aksoy binçav kirin e, piştî 30 saetan îfadeya wî girtin, berdane û wiha got: “Fermandarê ku tê gund ji gundiyan re dibêje ‘Heke we cerdevanî qebûl kiribûya ev tişt bi serê we nedihatin’. Dayika herdu xwişkan Turkiye jî dibêje ‘Keçên min ji ber sûcdariyên bêbingeh ên îtîrafkaran hatin kuştin.’ Malbat, li Dozgeriya Mehsertê giliyê polîsên tîmên taybet dikin. Lê li gel hemû hewldanên fermî jî tu encaman bi dest naxin. Ev bûyer weke kiryarên wê nediyar derbasî qeydan dibe.”   WÊ TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN    Saman destnîşan kir ku heta heqîqet dernekeve holê, berpirsyarên kiryarên nediyar û windayan neyên darizandin û polîtîkayên bêcezatiyê bi dawî nebin wê têkoşîna wan bidome.