'Înkarê bi dawî bikin' 2021-04-24 14:53:59   ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê di çalakiya bi dirûşma “Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin” li dar xist de rewşenbîrên ermen bi bîr anîn û xwestin înkar bê bidawîkirin.   Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, di çalakiya vê hefteyê ya “Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin” de rewşenbîrên ermen ên beriya 106 salan li Stenbolê hatin binçavkirin û windakirin bi bîr anîn. ÎHD’ê ji ber vîrûsa koronayê (kovîd-19) li ser hesabên xwe yên medya civakî çalakî li dar xist. Daxuyanî rêveberê ÎHD’ê Caner Canli xwend. Canli, diyar kir ku 24’ê nîsana 1915’an xaleke reş e û bi bîr xist ku bi fermana Wezîrê Karên Hûndir Talat Bey ê hikumeta Îttîhat û Terakkiyê, li Stenbolê 250 ermen ji malên xwe hatin binçavkirin û windakirin.    PÊŞENGÊN CIVAKÊ HEDEF HATIN GIRTIN   Canli da zanîn ku ev dîrok destpêka bi destê dewletê bi dawî anîna ermenan e û wiha got: “Bi tunekirina wan dengê gelê ermen hat astengkirin û gelek li ser vê axê hat tunekirin. Sûcên mirovahiyê yên ku hatin înkarkirin bûn sedemê berdewamkirina kevneşopiya dewlet û tundiya dewletê.” Canli destnîşan kir ku înkarkirin binpêkirina mafê mirovan e û got: “Înkarkirin berdewama sûc e. Vî sûcî bi dawî bikin. Hemû sûcên mirovahiyê yên li ser vê axê hatine kirin qebûl bikin. Her sûcê tê înkarkirin ji sûcên din re rê vedike. Me rewşenbîrên ermen ên bêgor ji bîr nekirin. Em ji bîr nakin, nadin jibîrkirin.”