Parêzer ji bo muwekîlê xwe bang kir: Trajediya mirovahiyê tê jiyîn 2021-04-25 09:01:20   ÎZMÎR - Parêzer Zafer Încîn, diyar kir ku her roja diçe tenduristiya muwekîlê wî yê nexweş Ahmet Silik giran dibe û got: “Tu cih nema ku me serlêdan nekir. Lê dîsa nehat berdan. Trajediyeke mirovahiyê tê jiyîn.”    Bi hezaran girtiyên nexweş ligel raporên “nikarin di girtîgehê de bimînin” ên Saziya Tipa Edlî (ATK) jî, beyî ku şertên pandemiyê li ber çavan bên girtin, di girtîgehan de tên ragirtin. Li dijî bangên rêxistinên mafên mirovan ên serbest berdana girtiyên nexweş, girtî bi mirinê re rû bi rû tên hiştin. Yek ji van mînakan jî, girtiyê nexweşê penceşêrê Îsa Gultekîn (67) ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 3 a Tarsûsê ya Mêrsînê jiyana xwe ji dest da ye. Girtiyê 76 salî Ahmet Silik ê li Girtîgeha Tîpa R a Menemen a Îzmîrê tê girtin jî dibin heman rîskê de ye.    RAPORA ATK’Ê   Silik ê nexwiyên wî yên şekir, dil, tansiyona bilind, protat û xitîmîna demarên diçin mejiyê hene û ji ber vê du caran hatiye emeliyatkirin. Silik ê di girtîgehê de rewşa wî xirab bû, qismî felç derbas kir. Silik ê ku nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne, Saziya Tipa Edlî (ATK) rapora ku “nikare di girtîgehê de bimîne” da bû ye, lê ligel vê jî nayê berdan. Parêzerê Silik Zafer Încîn, ji bo ku muwekîlê wî bê berdan, serî li rayedarêm hiqûqî da. Prz Încîn bal kişand ser rewşa muwekîlê xwe û derbarê pirsgirêkên dijîn de axivî.   QANÛNA ÎNFAZÊ   Încîn, diyar kir ku ATK’ê di sala 2018’an de rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” da bû muwekîlê min û wiha axivî: “Li gorî fiqreya 3 a Madeya 16’emîn a qanûna înfazê, girtî li gorî daxwaza dozgeran tên berdan. Yanî berdana gelek girtiyên nexweşên giran bi însaf dozgeran hatine hiştin. Li gorî vê qanûnê, çiqas girtiyên nexweşên giran hebin jî, berdana wan li ser keyfa dozgeran dimîne. Di rewşekê wiha de ger hûn li ber mirinê bin jî, wê pêşiya berdana we bigirin. Li ser daxwaza dozger, îro mûwekîlê min nayê berdan.”   WÊ JI BO GIRSEYÊ BIBE MORAL…   Încîn, da zanîn ku piştî rewşa muwekîlê wî giran bûye, serî li dozgeriyê daye û wiha got: “Ez bi xwe çûm min dozger re hevdîtin kir. Min jê xwest ku înfaza muwekîlê min ê rewşa wî giran bûye, bê taloqkirin. Lê dozger ji min re got; ‘Ew berpirsiyarî û lûska min a biçim van kesan bibînim tuneye.’ Bi vê yekê helwesta xwe nîşan da. Di encamê de daxwaza me cardin hat redkirin. Dozger di hinceta redkirina xwe de, dest nîşan kiribû ku berdana muwekîlê we dê ji bo girseyê bibe marol. Muwekîlê min bi vê hinceta keyfî ya dozger nehat berdan. Di heftiya dawî de, me vê carê serî li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê da    ‘MAFÊ JIYANÊ TÊ BINPÊKIRIN’   Încîn, da zanîn ku hiqûqa dijminantiyê li dijî muwekîlê min birêve dibin û ev bang ji bo berdana muwekîlê xwe kir: “Muwekîlê min bi tena serê xwe li qawîşekê terkî mirinê hatiye kirin. Dibe ku rojên xwe yên dawî dijî. Kalekê 76 salî, çawan dibe ku ewlekariya civakê dixe talokê? Tirajediyeke mirovahiyê tê jiyîn. Ev rewş, ne di hiqûqê de, ne di wijdanan de û ne jî di exlaqê de, nayê rave kirin. Mafê jiyanê tê binpêkirin. Divê ev binpêkirin, demildest bi dawî bibe.”   MA/ Nacî Kaya