Doz li “Personelen bankmatîk” ên qeyûmê Mêrdînê hat vekirin 2021-04-25 10:26:51   MÊRDÎN – Nelirêtiya “personelên bankamatîk” li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku me anibû rojevê, bû dadgehî. 8 AKP’iyên ku bêyî bixebitin 6 mehan ji şaredariyê mûçe girtin ji “nelirêtiyê” tên darizandin.   Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya qeyûm li ser e, demek e dirêj e bi sûcdariyên bertîl, nelirêtî û îhaleyên bêusûl di rojeveyê de ye. Têkildarî mijara ‘nelirêtiya mûçeyan’ a Ajansa Mezopotamyayê (MA) di 30’yê hezîrana 2020’an de anîbu rojevê doz hat vekirin.Di encama lêkolîna ku serperiştên Wezareta Karên Hundir di meha tîrmehê ya 2020’an de kiribûn de hatibû tespîtkirin ku li şaredariyê nelirêtî hatiye kirin û li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê giliya vê nelirêtiyê hatibu kirin. Doznameya ku dozgeriyê derbarê 8 kesan de amade kir ji aliyê 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê ve hat qebûlkirin.      ROJEK PIŞTÎ QEYÛM DEST BI KAR KIRIYE   Li gorî doznameyê, rêveberiya qeyûm a şaredariyê li gel ne xebatkarê şaredariyê bûne 6 mehan bi awayekî rêk û pêk mûçe ji 7 kesan re razandine. Hatiye diyarkirin ku Alaattîn Kûrûtkan ku rojek piştî tayînkirina qeyûm weke xebatkarê hesabgiriyê li şaredariyê dest bi kar kiriye û Cemîle Yucedag, Şeyhmûs Yucedag, Fîdan Goktaş, Mehmet Alî Kûrûtkan, Mehmet Sitki Taşkiran, Mehmet Sîraç Aydemîr û Omer Yavûz ku 6 mehan mûçe ji wan re hatiye razandin, sazî û dezgehên cemaweriyê li xesarê xistine û nelirêtiyê kirine.   PERE VEGERANDINE   Hat hînbûn ku van kesan xizmên rêveberiyên AKP’a Mêrdîn û Qoserê ne û piştî nelirêtiya ku kirine ketiye çapameniyê û hatiye bihîstin, 5 kes ji wan pereyê ku ji wan re hatiye razandin vegerandine. Mehmet Alî Kûrûtkan û Mehmet Sîraç Aydemîr jî bi tu awayî pereyê ku ji wan re hatiye razandin venegerandine. Dozgeriyê xwestiye her heşt kes jî bên darizandin û danişîna yekemîn a dozê rojên borî hatiye dîtin û danişînê taloqî 26’ê gulanê hatiye kirin.    MA / Ahmet Kanbal