Damezrînerê DEVA’yê Kaşikoglû HDP'ê hedef nîşan da 2021-04-25 13:27:35   NAVENDA NÛÇEYAN – Ji damezrînerên DEVA’yê Metîn Kaşikoglû, ji ber daxuyaniya HDP'ê ya têkildarî Qirkrina Ermeniyan HDP’e hedef nîşan da û ev parvekirin kir: “Hêvî dikim di demeke nêz de silala we jî tune bibe.”   Ji damezrînerên DEVA’yê û parlamenterê berê yê Duzceyê yê AKP’ê Metîn Kaşikoglû, ji ber daxuyaniya HDP'ê ya têkildarî salvegera Qirkrina Ermeniyan HDP’e hedef nîşan da. Kaşikoglû, li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyaniya HDP’ê ya bi ser navê “Bi şerme Qirkirina Ermniyan re hevrû bibin” girt û bi vê parvekirinê kir: “Hûn ê sibê bibêjin qirkirin li PKK’ê jî hatiye kirin. Hûn xwediyê vî mêjiyî ne. Hêvî dikim di demeke nêz de silala we jî tune bibe.” Gelek hesabên twîtterê bi etîketkirina Serokê Giştî yê DEVA’yê Alî Babacan bertek nîşanî Kaşikoglû dan.