Zarokê ji qata 5'emîn ket xwarê jiyana xwe ji dest da 2021-04-25 17:45:15 ŞIRNEX - Li taxa Dagkapi ya girêdahî navçeya Cizîrê zarokê ku ji qada 5'emîn ket xwarê, jiyana xwe ji dest da.    Li taxa Dagkapi ya girêdahî navçeya Cizîr a Şirnexê, zarokê 16 salî Nurullah Erîncîk ê ji qata 5'emîn a malê ket xwarê. Ekîbên tenduristiyê yên li ser agahîdayînê hatin cihê bûyer Erîncîk rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Erîncîk tevî hemû mudexeleyan jî, nehat rizgar kirin û jiyana xwe ji dest da.    Cenazeyê Erîncîk li Goristana Asrî ya Cizîrê hat definkirin.