Cizirî: Divê kampanyeya îmzeyê di rojeva gelê Kurd de be 2021-04-26 09:00:32 AMED - Berdevkê Platforma Zimanê Kurd Şerefxan Cizirî, diyar kir ku kampanyeya îmzeyê ya bi armanca zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê dest pê kiribûn dewam dike û wiha got: “Ji bo encam bê girtin, divê kampanyeya îmzeyê di rojeve gelê Kurd de be.”  Komîsyona Ziman a 21’ê Sibatê ya ji aliyê Platforma Zimanê Kurd û Tora Ziman û Çanda Kurdî ve hatibû avakirin, ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê, di 22’yê Sibatê de dest bi kampanya îmzeyê kiribû. Kampanya îmzeyê ji aliyê 300 kesan ve hat organîzekirin, bi îmzeyên onlîne û fîzîkî dewam dike.    ‘EM BI SEBIR BI RÊVE DIBIN’   Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizirî, derbarê kampanyeyê de axivî û wiha got: “Divê gelê Kurd, wateyek mezin bin vê kampanya îmzeyê û bi awayekê cîdî nêz bibe. Ziman jî mîna weşe, çand û dîrokê pir berfirehe. Ji ber pêvajoya pandemiyê, di warê xwe gihandina mirovan de me pir zorî kişand. Lê em vê kampanyeya xwe bisebir birêve dibin. Kampanya wê bigihêje hedefa xwe. Di vê warî de em bi biryarin. Îmzeyên fîzîkî partiyên siyasî bi rêve dibin. Lê dewlet ji ber qedexeyên pandemiyê vê kampanyayê asteng dike. Em hewl didin xwe bigihînin her kesî. Emê ji bo xwedî derketina kampanyayê bangên xwe dewam bikin.”   ‘DIVÊ DI ROJEVA HER KESÎ DE BE’   Cizirî, banga xwedî derketinê li gel kir û wiha got: “Ger gel xwedî derbikeve, wê demê dê bikeve rojeva her kesî. Em ji bîr nekin ku ya gelekê ava dike, zimanê wê ye. Ger gelê Kurd xwedî zimanê xwe dernekeve, dê bikeve rewşekê pir xirab. Zimanê me ger ji dest me biçe, wê demê tu tişteke me namîne. Dema ez li zarokên Kurd mêze dikim, ez dibînim ku bi zimanê Tirkî diaxivin. Ev pir şaşe. Ne ku em li dijî zimanane. Bila şaş neyê fêm kirin. Bêgumam mirov dikarin fêrî çend zimanan bibin. Minak ez bi Kurdî, Tirkî û Erebî dizanim. Lê divê ewil mirov zimanê xwe zanibe û bi axive.”   LI DIJÎ BIŞAVTINÊ TÊKOŞÎN   Cizirî, bal kişand ser polîtîkayên bişavtinê yên li ser Kurdî wiha bi dawî kir: “Em ê bi kampanyeya xwe têkoşîna ziman dewam bikin. Ez bang li tevahiya gelê Kurd dikim. Her kes berpirsiyarê zimanê xwe yê zikmakiye. Hemû kes dikarin xwedî zimanê xwe derkevin. Em li her qadê bi zimanê xwe biaxivin. Îro partiyên siyasî, sazî û dezgehên Kurdan dixwazin zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdê û zimanê fermî. Divê hemû kes bi  biryardarî vê xebatê bi rêve bibin.”