Prof. Dr. Uzgel: Paradîgmaya polîtîkaya Tirkiye ya derve têk çû 2021-04-26 09:00:35 STENBOL - Prof Dr. Îlhan Uzgel, polîtîkayên Tirkiyê yên derve nirxand û diyar kir ku Serokkomarê AKP'î Tayyip Erdogan, ji bo di têkiliyên bi DYA reqadek nû veke, qeyrana navbera Rûsya-Ukrayna, ji bo xwe dike firsend. Uzgen got: “Hemû paradîgmayên polîtîkayên derve yên Tirkiyê hilweşiya ne."  Rûsya û Ukranya li dijî hev li ser sînorê Donbassê esker bi cih kirin. Piştî vê yekê dem bi dem di navbera 2 aliyan de şer derket û qeyran zêde bû. Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê DYA'yê Joe Biden di 13'ê Nîsanê de hevdîtin kirin. Piştî vê hevdîtinê rageşî sist bû. Piştî hevdîtinê DYA dest ji biryara ku keştiyên xwe bişîne Derya Reş berda. Li ser vê yekê Rûsya jî eskerên xwe yên li ser sînor paşve kişandin. Serokomarê AKP’î Tayyip Erdogan piştî vê rageşiyê aşkere helwesta xwe ya li cem DYA û NATO aşkere kir. Aşkere eniya xwe ya li cem Ukranya nîşan da. Lê li aliyê din Peymana Montro kir mijara niqaşê. Pisporan ev helwesta Tirkiye wekî ku Tirkiye dixwaze kêrî DYA bê nirxandin. Têkildarî polîtîkayên Tirkiye yên derve, Pisporê Têkiliyên Navneteweyî Prof. Dr. Îlhan Uzgel, anî ziman ku Tirkiye êdî nikare siyaseta hevsengiyê bimeşîgne û êdî ev siyaseta wê bi dawî dibe.    DIXWAZE RÛSYA ASÊ BIKE    Uzgel, anî ziman ku DYA zorê li Rûsya dike û dixwaze bêtir nêzî xwe bike û wiha got: "Her du alî ji sînorên xwe test dikin. DYA naxwaze Rûsya li Rojhilatê Derya Spî, Baltikan û bi taybetî li Rojhilata Navîn asayî tev bigere. DYA, bi rageşiya Ugranyayê re dixwaze ji Rûsya re bêje 'Bi Çînê re hevkariyê neke. Li aliyê me raweste. Ku tu bi Çînê re hevkariyê bike, dê bedelê vê yekê hebe.' Armanca DYA ne ewe ku têkeve şer. Dixwaze Rûsya bêtir nêzî xwe bike."    Uzgel, destnîşan kir ku welatên Rojhilatên Ewropa û Komarên Baltik ji tevgera Rûsya ya Baltikan bêzar e û wiha axivî: "DYA dixwaze welatên Ewropa nêzî xwe bike û bêtir zorê li Rûsya bike. Dixwaze di qada pergala navdewletî de cih li Rûsya teng bike. Dixwaze Rûsya ji Çînê dûr bixe."    LI DERYA REŞ STATUKO AVA BÛ'    Uzbel, bal kişand ser niqaşên der barê endamtiya Ukranya ya NATO û wiha got: “Armanca DYA ya ewil ne ewe ku Ukranya bike endamê NATO. Li ser wê mijarê li hev dikin ji xwe. Li Derya Reş li ser ser mijara Ukranya statukoyek ava bû. Niha DYA vê statukoyê xera nake. Ji ber vê yekê ne endamtiya Ukrayna ya NATO, dê di ser Tirkiyeyê re pêvajoya hevkariya bi TANO re pêş bikeve."    QEYRAN RAWESTANDIN   Uzgel, bal kişand ser hevdîtina Serokê DYA Jeo Bîden û Serokê Rûsya Vîlademîr Pûtîn a di 13'ê Nîsanê de û wiha got: "Di vê hevdîtinê de Pûtîn û Bîden li hev kirin. Li ser vê peymanê DYA biryara şandina keştiyan a Derya Reş betal kir. Li hemberî vê yekê Rûsya jî eskerên xwe yên li ser sînor vekişandin. Ji xwe qeyrana Ukranya rawestandin. Niha rêveberiya Bîden li Derya Reş şerekî germ naxwaze. Rûsya jî şer naxwaze. Aboriya wan jî ne baş e. Rêveberiya Bîden jî bi gelek pirsgirêkên navxweyî re mişûl dibin."    ERDOGAN DIXWAZE QADEK NÛ VEKE   Prof. Dr.Îlhan Uzgel, destnîşan kir ku Erdogan bi mudaxîliya qeyranê dixwaze di têkiliyên bi DYA re qadek nû veke û wiha axivî: "Erdogan, di qeyrana Ukrayna de dixwaze xwe li cem DYA nîşan bide û bi vê yekê dixwaze qadek nû ji xwe re veke. Ji ber vê yekê vê qeyranê ji bo xwe dike firsend. Erdogan bi Qanal İstanbul Peymana Rêboriyên Montro ji niqaşê re vekir û bi vê yekê dixwaze peyamê bide DYA. Erdogan peyama 'Ez gavên ku hikûmetên beriya min neavêtine davêjim. Dixwaze bêje hewce be em bi hevre dikarin Motnro niqaş bikin. Dixwaze bêje ‘Montro di têkiliyên me de mijara bazarê ye' û ev peyam jî girtine. Ev hewladanê AKP yên dixwazin xwe bi DYA şêrîn nîşan bide ye."    SIYASETA HEVSENGIYÊ XELAS BÛ    Uzgel, herî dawî destnîşan kir ku êdî Tirkiye nikare siyaseta hevsengiyê bike û êdî ev siyaseta hevsengiyê ya Tirkiye bi dawî bûye û wiha got: "Ji niha û şûnde Tirkiye nikare siyaseta hevsengiyê bike. Ji niha û şûnde divê êdî Tirkiye eniyekê diyar bike. Welatên Rojava jî dixwaze êdî Tirkiye refê xwe diyar bike. Tirkiye jî vê yekê hêdî hêdî nîşan dide. Eger AKP dixwaze îqtîdara xwe bidoîne, divê polîtîkayên xwe yên aborî û navxweyî biguherîne. Polîtikaya Tirkiye ya derve têk çûye. Paradîgmaya polîtîkayên derve êdî encam nagire û têk çûye. Rûsya heta 1'ê Hezîranê fira balafiran a Tirkiye qedexe kir û Tirkiye hişyar kir. Li şûna wê berê balafiran dan Misirê. Ev nişan dide ku êdî siyaseta hevsengiyê bi dawî bûye. Hemû paradîgmayên Tirkiye hilweşiyan û têk çû. "    MA / Îdrîs Sayilgan