Girtiyê bi îşkenceyê seqet hiştin, 26 sal in li benda tedawiyê ye 2021-04-26 11:32:46   RIHA - Girtiyê nexweş Ferîdûn Kûrt ê dibin çavan de bi îşkenceyê seqet hiştin, 26 sal in li bende tedawiyê ye.   Li gorî rapora girtiyên nexweş a sala 2020’an a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), li tevahiya girtîgehan 604 jê biran, bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Di raporê de hat aşkerekirin ku di sala 2020’an de, 27 girtiyan ji ber nexweşiyê, bi giştî 60 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Di heman raporê de, hat diyarkirin ku di 3 mehên ewil ên sala 2021’an de, 2 jê girtiyên nexweşên giran, bi giştî 13 girtiyan jiyana xwe ji dest dane.    Ferîdun Kurt ê li Girtgeha Tîpa F a Bolûyê dimîne û navê wî di lîsteya girtiyên nexweş a ÎHD’ê de cih digire, 26 salin girtiye. Kurt ji ber gelek nexweşiyên xwe yên giran, têkoşîna jiyanê dide. Birayê Kurd Cevdet Kurt, derbarê rewşa birayê xwe de axivî û wiha got: “Ji roja ku birayê min hatiye girtin ve, nayê dermankirin. Dewlet jî dizane ku nexweşe. Ger nikarin wî derman bikin, bila berdin emê derman bikin.”    BI ÎŞKENCEYÊ SEQET HIŞTIN   Kurt, diyar kir ku birayê wî di sala 1995’an hatin binçavkirin û wiha bilêv kir: “Birayê min li Amed, Dîlok û Edeneyê dibin çavan de ma. Di vê pêvajoyê de îşkenceyên pir giran lê kirin. Bi îşkeceya lê kirin, seqet hiştin. Bi awayekê bêhiqûq û bêmaf cezayê muebetê dan birayê min. Em hîna jî difikirin, ma çi kiribû ku cezayê muebetê danê? Birayê min di girtîgehên Edene, Ceyhan, Konya, Mêrsînê û Enqereyê de man. Ji bo ku em biçin hevdîtina wî em bi yewmiyan dixebitîn. Dewletê her tim em li dû xwe kaş kirin. Dayik min 70 salîbû û bi zorê dikarîbû biçe hevdîtina wî. Ji ber ku diçû hevdîtin kurê xwe 4 mehan di girtîgehê de raza. Lê bêyî ku kurê xwe bibîne û xatir jê bixaze, çavên xwe li cîhanê girtin.”    26 SALIN NAYÊ DERMAN KIRIN   Kurt derbarê pirsgirêkên tenduristiyê yê birayê xwe de, ev agahî parve kirin: “26 salin nayê derman klirin. Hevalên wî yên odeyê alîkariya wî dikin. Ji sala 1995’an ve nexweşe. Her tim dermanan bi kar tîne. Êdî edalet nameye. Girtî dibin zextên mezin dene. Çend roj berê li me geriya, ji ber ku me dereng vekir, di 5 deqeyan de mafê wî şewitandin. Ji bo tenê mafê me yê hevdîtina telefonê heye, wê jî asteng dikin.”   Kurt, da zanîn ku binpêkirinên mafan zêde bûne û ji bo girtiyan banga hestiyariyê li raya giştî kir.    MA / Bariş Polat