Malbata Şenyaşar li benda piştevaniyê ye 2021-04-26 12:24:32   RIHA - Malbata Şenyaşar ku li pêş avahiya edliyeyê nobeta xwe ya “Edaletê” didomînin, diyar kirin ku di têkoşîna xwe de bi biryar in û banga piştevaniyê li “kesên xwedî wijdan” kir.    Emîne Şenyaşar a ku hevjînê xwe û du kurên xwe, di êrişa parazvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin, nobeta ku bi daxwaza “Edaletê” li pêş Edliyeya Rihayê li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar re, da destpêkirin di roja 49’emîn de berdewam dike. Malbata Şenyaşar a ji ber qedekeya derketina derve 3 rojan çalakiya xwe ya nobetê li mala xwe ya navçeya Pirsûsê domand, piştî ku qedexe rabû di saetên serê sibê de careke din hat li pêş avahiya Edliyeya Rihayê û dest bi nobeta xwe kir.   ‘MEHA REMEZANÊ HERAM KIRIN’   Dayik Emîne Şenyaşar, diyar kir ku heta niha bersivek ji lêgerîna wan a edaletê re nehatiye dayîn û bi bîr xist ku ji ber lêgerîna edaletê lawê hat derbkirin û gelek caran hat binçavkirin. Şenyaşar, bi gotina “Edalet nîne” bertek nîşan da û wiha got: “Ceza dan lawê min. Cezayekî kêm dan Yildizan û wê serbest berdin. Kesên malbata min qetilkirin li derve bi awayekî serbest digerin. Em di vê meha Remezanê de li vir edaletê digerin. Ev meha Remezanê li me heram kirin.”   BANG   Malbata Şenyaşar, li ser hesabên xwe yên medya civakî jî ev peyam parvekir: “Ji ber qedexeya derketina derve, me têkoşîna xwe ya “Edaletê” li mala xwe berdewam dikir. Em di roja 49’emîn de careke din li pêş avahiya edliyeyê ne. Heta ku “edaleta” rast pêk were em ê werin vir. Em her kesê ku xwedî wijdan ji bo piştevaniyê vedixwînin vir.”