'Heya ku mercên parastina serbixwe neyin avakirin, em ê parastin nekin’ 2021-04-26 12:55:10 ENQERE - Parêzerên salona Doza Kobanê terk kirin, wiha gotin: “Heya ku şert û mercên parastina serbixwe neyin avakirin,  em ê parastin nekin. Ji bo ku em nebin hevkarê vê bêhiquyê em ji salonê derketin derve.”  Doza Kobanê ya derbarê 28 jê girtî 108 kesan de hatibû vekirin, dest pê kir. Bi destpêkirina dozê re, temamiya parêzeran  negirtin hûndirê salona danişînê. Parêzeran li ser vê yekê helwest nîşan dan û salona danişînê terk kirin. Parêzeran, dan zanîn ku heya hemû parêzeran negirin hûndir, ew ê tevlî danişînê nebin. Parêzerên ji salonê derketin, derbarê vê yekê de li ber deriyê salona danişînê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniya ku bi lêxistina çepikan û berzkirina dirûşmeya “Parastin bêdeng nebû, wê bêdeng nebe” destpêkir de parêzer Mehmet Emîn Aktar axivî.    'EMÊ PARASTIN NEKIN’   Aktar, diyar kir ku divê şert û mercên ku parêzer karibin bi awayekî azad û serbixwe parastin bikin bên avakirin. Aktar, da zanîn ku ger ev şert neyin avakirin ew ê parastin nekin û wiha axivî: “Bi hincetên keyfî parêzeran nagirin hûndir. Ger negirin hûndir, em ê jî dewam nekin. Ligel ku me got temamiya parastinê hatiye xirabkirin jî, daxwaza me nehat qeyd kirin. Mafê me heye ku em her tiştî zanibin. Ji bo ku em nebin hevkarê vê bêhiqûqiyê me salona danişînê terk kir. Heya ku ev rewş neyê derbas kirin, em ê parastin nekin. Divê şertên û mercên ku parêzer karibin bi awayekê serbixwe parastinê bikin, bên avakirin. Encex em bi vî awayî parastin bikin.