Polisan li Stenbolê êrîşî daxuyaniya Doza Kobanê kir: Gelek kesî binçav kirin 2021-04-26 13:14:04   STENBOL - Polîsan êrîşî HDP’iyên ku xwestin li pêş avahiya xwe ya bajar têkildarî Doza Kobanê daxuyaniyê bidin kirin û li nûçegihanê me Enes Sezgîn û nûgegihanên Arti Tv’yê jî di nav de gelek kesî dan û ew binçav kirin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê, xwest têkildarî Doza Kobanê li pêş avahiya xwe ya bajêr daxuyaniyê bide lê polîsan êrîşî daxuyaniyê kir. Beriya daxuyaniyê bi dehan polîsan derdora avahiya HDP’ê girtin û ketin û derketina kolana ku avahî lê ye girtin. Polîsan beriya daxuyaniyê bi çend deqeyan deriyê avahiyê girtin û nehiştin kes ji hûndir derkeve derve. Polîsan êrîşî girseya ku derket derve û xwest daxuyaniyê bide kirin û li nûçegihanê me Enes Sezgîn û nûçegihanên Arti Tv’yê jî di nav de gelek kesî dan û ew binçav kirin.