Parêzeran astengiyên polîsan derbas kirin û ketin salona danişînê 2021-04-26 13:41:03   ENQERE - Parêzerên hemû astengiyên polîsan derbas kirin û ketin danişîna Doza Kobanê, ev peyam dan: “Polîsan ji cihên me rakirin.” Saetek navber ji bo danişînê hat dayîn.   Yekemîn danişîna Doza Kobanê bi danasîna nasnameyên gazindker dest pê kir.  Parêzerên ji bo hempişeyên xwe yên negirtin danişînê, salon terk kirin, di dema danasîna nasnameyan de ketin hûndirê salonê. Polîsan hewl dan parêzeran asteng bikin. Ligel rageşiyê jî, serokê danişînê, tespîta nasnameyan dewam kir.  Polîsên ku parêzer asteng kirin, cop û mertalên xwe bi kar anîn. Piştî ku parêzer ketin hûndirê salonê, serokê dadgehê vê carê got; “Hûn dibin em nikarin bikevin hûndir. Va ye hûn di hûndir de n.”   PARÊZERAN: POLÎSAN DERBIXIN   Parêzeran bertek nîşan dan û gotin: “Polîsan ji cihên me rakin û derxînin.” Hemû parêzerên ku xwestin beşdarî danişînê bibin, di encama bertekên nîşan dan de, astengiyên polîsan derbas kirin û ketin salona danişînê.   Serokê dadgehê, ji bo saetekê navber da danişînê.