7 cenaze 16 roj in li morgê tên rawestandin 2021-04-26 14:45:15   ŞIRNEX - Li herêma Bestayê, 7 cenazeyên endamên HPG'ê yên di şer de jiyana xwe ji dest da bûn 16 rojin li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên rawestandin û teslîmî malbatên wan nayin kirin.   Cenazeyê 7 endamên HPG'ê yên di 11 Adarê de, li herêma Bestayê ya di navbera Sêrtê û Şirnexê di şerekê de jiyana xwe ji dest dabûn, li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ev 16 rojin tên rawestandin. Hat diyarkirin ku ji 7 cenazeyan 6 jê yên aîdî gerilayên YJA-STAR'ê ne.   Ji 8 cenazeyên jiyana xwe ji dest da bûn, cenazeyê Zeynep Dayan di12'ê Nîsanê de radestî malbata wê hatibû kirin.    Malbatên ku ji bo teşhîskirina cenazeyên zarokên xwe tên Şirnexê bi astengiyên polîsan re rûbirû ne. Malbata Firat Şîşman ê HPG'î yê ku di nexweşxanê de tê rawestandin, 3 carin ji bo ku cenazeyê zarokê xwe bistînin tê Şirnexê, lê tevî hemû hewledanên malbatê jî cenaze nayê radest kirin.     Li aliyê din, malbatan, diyar kir ku ji ber ku cenaze şewitine ew nikarin zarokên xwe teşhîs bikin.