Demîrtaş pirsa ‘128 milyar dolarî’ kir 2021-04-26 15:52:21   ENQER - Parêzeran redkirina daxwaza mafê axaftinê ya siyasetmedarên girtî, bi lêxistina çepikan şermezar kirin, carek din ji salonê derketin û bertek nîşan da. Selahattîn Demîrtaş jî, li ser ekrana SEGBÎS’ê “128 milyar dolar li ku derêye?” nivîsand.    Di danişîna Doza Kobanê ya serê sibê dest pê kir de, bi şermezarkirinan re, xwendina îdîanameyê, dewam kir. Siyasetmedarên girtî, bi nivîsên li ser kaxizan nivîsandan, helwesta şandeya dadgehê şermezar kirin. Nazmî Gur ji Girtîgeha Tîpa F a Jimara 2 a Sincanê, di nivîsa nivîsand de, ev parvekirin kir: “Em nabihizin. Ya ku tê xwendin çiye? SEGBÎS hat girtin. Em na bihîzin û nabînin.” Gur ev kaxita nivîsand, di kamerayê de nîşan da.   Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtşa jî, “128 milyar dolar li ku derêye” nivîsand.    S18 DEQEYAN ŞERMEZAR KIRIN   Îdîanameya dozê, bi şermezarkirina helwesta serokê dadgehê re hat xwendin. Yekemîn şermezarkirina parêzer û siyasetmedaran heya 18 deqeyan dewam kir. Di dema xwendina îdîanameyê de, parêzeran cardin xwestin ku mafê axaftinê ji bo siyasetmedaran bê dayîn. Ji ber vê yekê di navbera parêzer û serokê dadgehê de gengeşî derket. Parêzer û siyasetmedarên HDP’î, li ser vê yekê cardin, li çepikan xistin û ev rewş şermezar kirin.   Parêzeran ji ber ku serokê dadgehê daxwaza “bila siyasetmedar biaxivin” red kir, bi lêxistina çepikan û tilîliyan salona danişînê terk kirin.